'Tizbiya ku Abdullah Ocalan daye min ji bo min gelek bi qimet e' 2021-04-01 09:03:22   Sema Çaglak    RIHA - Seher Sariçîçek a 89 salî ku şahidî ji zarokatiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re kiriye wiha dibêje: “Ji bo ku êdî li ser vê axê xwîn neyê rijandin divê Abdullah Ocalan azad be.”   Seher Sariçîçek a 89 salî ku li gundê Cibînê yê Xelfetiyê ya girêdayî Rihayê ye û şahidî ji zarokatiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re kiriye .    ‘Her tim pirsa min dikir'    Seher a ku Kurên wê Huseyîn Sariçîçek û zavê wê Hasan Bîndal jî hevalên Abdullah Ocalan in, diyar kir ku wê çaxê Abdullah Ocalan û hevalên wî her tim dihatin mala wan û wiha axivî: “Abdullah Ocalan wê çaxê li gundê me dibistan dixwend. Rojekê hatin û ji me re xwarin anîn. Bi hevalên xwe re dihatin xwarin dixwarin û piştre jî diçûn ser banê. Abdullah Ocalan, Hasan Bîndal û kurê min Hûseyîn hevalên hev bûn. Her tim ligel hev bûn. Her heftê carek ji gundê Amarayê dihat gundê me û bi hevalên xwe re wext derbas dikir. Her wiha hertim li rewşa min dipirsî. Min jê pir hez dikir. Gava dihat ewilî dihat ba min piştre diçû cem kurê min. Nedixwest di nav tu kesan de cudatiyek çêbe. Ne tenê ji bo kurdan, ji bo tirkmen, ermenî û gelek kesan wekhevî dixwest. Di dilê wî de hezkirinek mezin hebû. Lewra hemû kesî jî pir hez Abdullah Ocalan dikir.”   ‘Tizbî ji bo min gelek bi qimet e'    Seherê tizbiya ku Abdullah Ocalan jê re diyarî kiriye jî derxist nîşanê me da û wiha got: “Rojek dîsa Abdullah Ocalan û hevalên wî hatin mala me. Abdullah ev tizbî diyarî min kir. Ev tizbî ji dendikên zeytûnan bi destê xwe çekiriye. Ev tizbî da min ku ez li cem xwe hilînim. Gelek kesî tizbî ji min xwest, lê min neda tu kesî û heta niha jî vedişêrim. Ev tizbî ji bo min gelek bi qîmet e. Min xwe gelek hêja hîskir.”   Zexta dewletê   Seherê anî ziman ku Abdullah Ocalan li ser kesan bandorek mezin dihişt û axaftina xw wiha berdewam kir: “Navbera Abdullah û Hasan pir baş bû. Wek birayê hevdû bûn. Gelek car dihatin malê, bi hev re wext derbas dikirin. Piştî çûyîna wî çend sal derbas bû jî zexta li ser malbata me kêm nebû bêtir zêde bû. Ji 3 rojan carekê bi ser mala me de digirtin. Digotin Hasan Bîndal hatiye mala we, hûn xwedî lê derketine, hûn hevalê wî bûne. Ma qey hevaltî tiştekî xirab e! Felaketeke pir mezin anîn serê me. Keça min û zavayê min Hasan pir kişandin ji destê dewletê.”   ‘Abdullah Ocalan ji bo hemû kesî misogeriya azadiyê ye’   Seherê got gava ku Abdullah Ocalan hatiye girtin gelek li ber ketiye û daxwaza azadiya wî kir: “Abdullah Ocalan ji bo hemû gelan misogeriya azadiyê ye. Girtina wî mirov pir xemgîn dike. Divê mirovek wisa ne di bin tecrîdê de be. Gelek berdelan daye. Ji bo ku êdî li ser vê axê xwîn neyê rijandin divê Abdullah Ocalan azad be.”