ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2021'Ê 2021-04-01 09:00:00   * Endama Dayikên Aştiyê Şukran Çetîn a bi têkoşîna xwe xwedî li doza zarokên xwe derket û wiha dibêje: "Li ser vê erdnîgariyê bi milyonan ciwan hatin qetilkirin. Bi milyonan dayik jî li pêy wan rondik barandin lê bi berxwedana xwe jî xwedî li zarokên xwe derketin." DÎMEN HEYE   *Seher Sariçîçek a 89 salî ku şahidê zarokatiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kiriye wiha dibêje: “Ji bo ku êdî li ser vê axê xwîn neyê rijandin divê Abdullah Ocalan azad be.” BI DÎMEN    *Endama DÎK’ê Hatîce Kavran û endama DÎAYDER’ê Rahîme Turan bertek nîşanê fehskirina Peymana Stenbolê dan û diyar kirin ku jin şermên pergalê derdixin holê û gotin: “Ji ber vê diwazin jinan tune bikin. Em nebin yek em ê bi gelek xetereyan re bên rû hev.” BI DÎMEN    *Li welatekî ku herî kêm rojane sê jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin; Peymana Stenbolê ya di mijara pêşîgirtina şîdeta li ser jinê de berpirsyariyê dide dewletê, gelo çima tê betalkirin? Peyama tê dayin gelek aşkera û bi xeter e: “Serdestiya mêran qebûl bikin, ew çawa bixwazin wisa bijîn, an jî hûn ê şîdetê bibînin, di pêşîgirtina vê şîdetê de peywira min tune ye.” JI PÊNÛSA JINAN   *Kesrewan (puşiya heftreng) ev sedsal in ji dayikan derbasî nifşên nû bûye û heta îro hatiye. Kesrewan bi keda jinê heta wan rojan hatiye. BI DÎMEN    *Xizma girtî Dîlan Aktaş, çalakgerên li girtîgehê greva birçîbûnê didomînin, pîroz kir û got: “Divê daxwaza girtiyan demildest pêk bê û dawî li grevên birçîbûnê bê anîn.” BI DÎMEN    *Daneşîna hevşaredarên Stewrê Gulîstan Oncu û hevşaredara Qoserê Nilufer Elîk Yilmaz îro tê dîtin. (11.00)