Jinên Akdenizê çûn serdana Emîne Şenyaşar 2021-03-31 16:52:06     RIHA - Piştevaniya ji bo Emîne Şenyaşar a ku ew û lawê xwe di nobeta "edaletê"  de ne berdewam dike. Di çarçoveya piştevaniya ku tê kirin de îro jî jinên Akdenizê çûn serdana Emîne û lawê wê.    Serdanên di çarçoveya piştevaniyê yên ji bo Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar ku di nobeta"edaletê" de ne berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de şaxa Sendîkaya Perwerde û Zanistê (Egtîm Sen) a Rihayê, xwendevanên Zanîngeha Haranê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) yên Mêrsîn û Edeneyê serdana Emîne û lawê wê Ferît kirin.     Şaga Egitîm Sen a Rihayê, diyar ku Emîne di têkoşîna xwe ya "edaletê" de mafdar e û got ku ew daxwaz dikin demek berî bi demekê bigihîjîn armanca xwe.   Herwiha Emîneyê jî ji xwendekarên Zanîngeha Haranê, Ege û yên Zanîngeha Nevşehirê re tişta hat serê wê vegot û xwendekaran jî diyar kir ku ew ê her li gel çalakiya Emîne û lawê wê Ferît bin.   'Têkoşîna te ya me ye'   Aktîvîstên TJA yên Edene û Mêrsînê jî serdana Emîneyê kirin. Li ser navê jinan aktîvîsta TJA'yê Bedriye Kuş diyar kir ku wê edalet zû an jî dereng bê bicihanîn û got ku tişta tê kirin bêhiqûqî ye. Bedriye wiha dawî li axaftina xwe anî, "Em ê her li gel têkoşîna dayê Emîne bin. Em bi nasnameya xwe ya jin li vêderê ne. Ji ber ku em dizanin dayê Emîne çi dijî û têkoşîna wê ya edaletê ya me jinên dine jî."