Li Amedê ji bo grevên birçîbûnê çalakiya rûniştinê 2021-03-31 13:15:39     AMED - Ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya ku 125 roj in didome li Parka Koşûyolû ya Amedê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27'ê Mijdara 2020'an de li girtîgehan greva birçîbûnê hat destpêkirin. Ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê li Parka Koşûyolû ya Rêzana Amedê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên bajêr, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên bajêr, MEBYA-DER, MED TUHAD-FED  û TUAY-DER tevlî daxuyaniyê bûn.    Serê sibehê park ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Kesên ku hatin parkê jî dora wan hat dorpêçkirin. Girseya ku kom bûn çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û çepik û tilîliyan çalakiya xwe pêk anîn.    Çalakiya rûniştinê bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.