Jin bertek nîşan didin: Ne HDP’ê, MHP’ê bigirin 2021-03-31 09:06:25   ÎZMÎR- Jinên bertek li dijî doza girtina HDP’ê nîşan dan diyar kirin ku partiya nû ya bê avakirin jî wê ji ya berê xurtir be û wiha got: “Ne pêkane ku ev tevger bê sekinandin.”   Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ji bo girtina HDP’ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) da. Piştî vê hewldanê jî ji her derê bertek tên nîşandan.   ‘Ne pêkane ev tevger bê rawestîn’   Mamosteya teqawît Nezîhe Agace: Gelo ew dibêjin HDP bê girtin wê yek din neyê vekirin. Navê 687 kesên hatine aşkerakirin hemû HDP’î ne. Gelo rawestandina vê tevgrê pêkan e, girtina partiyan, danîna qedexeyan tiştekî nade qezenckirin. Piştî partî bê girtin wê hîn a xurt vebibe. Xistina parlamenteriyan, girtina HDP’ê, bi biryarekê ji peymanê vekişîn, ji hev ne qut in, girêdayê hev in.   ‘Hejmara parlamenterên jin bi HDP’ê zêde bû’   Ya di meclîsê de hejmara jinan zêde kiriye HDP ye. Vê rewşê li Tirkiyeyê îtîbar qezenc kir. Bi girtina wan, ji meclîsê derxistin nikarin pêşî li rêxistinbûna jinan bigirin. Bi vê nikarin zirarê bidin. Bi terorîzekirina HDP’ê nagihêjin cihekî. Em ji AKP û MHP’ê tiştekî napên êdî. Dema mijar dibe HDP hemû dikevin riya lihevkirinê.   ‘Daraz hat pelçiqandin’   Maf nemane, hemû maf tên xespkirin. Lê ev wisa berdewam nake. Gelo dewletek dikare bêje ez dengên hilbijêran nas nakim. Gelo em ê bi destûra wan deng bi kar bînin. Daraz ne serbixwe ye, bi destê yek kesî tê pêkanîn. Serokê meclisê profesorê hiqûqê ye, lê li meclîsê daraz pelçiqand. Di hîmê hiqûqê de mirov tunebe ew ne hiqûq e.   Desthilatdarî êrîşkar bûye   Karkera teqawît Semra Kîraz:Girtina partiyan ne çareserî ye. Bila tu partî neyê girtin. Hewl didin rojevê biguherin. Hewl didin partiyê bigirin lê ev ne rast e. Em li welatekî azad najîn em nikarin gotina xwe bi azad bêjin. Di şevekê de qanûn tên derxistin û dixwazin partiyê bigirin. Muxalefet şaşiyê dike. Di sindoqan de ji ber me tedbîr girtin nikaribûn tiştekî bikin. Desthilatdarî dizane ku rewşa wan nebaş e û ji ber vê jî êrîş dike.   ‘HDP gel e’   Zelal Eglentî: HDP ne tenê avahiyek e. HDP gel e. Her partiya hatiye girtin piştre xurtir ava dibe. Armanca me ev e em xwe bidin qebûlkirin. Divê muxalefet li dijî girtina HDP’ê derkeve û bertek nîşan bide.   ‘Divê li dijî AKP’ê yekitî hebe’   Buşra Kaya:Çiqas cureyên partiyê hebin evqas ji bo demorkasiyê baş e. Ez xistina parlamenteriya Omer Faruk Gergeroglu rast nabînim. Ne demoratîk e. Bi girtina HDP’ê deng ji AKP’ê re dernakevin. Wê girtin hîn bêtir xurt bike. Divê hilbijêrên HDP’ê bibin yek. Divê li dijî AKP’ê bibin yek, ji ber ku çareyek din nîne. Bila ne HDP’ê, bila MHP û AKP’ê bigirin.