Xizma girtiyê nexweş, Aynûr: Tevî nexweşiya xwe tê tecrîdkirin 2021-03-31 09:01:55   Medya Uren   MÊRDÎN - Aynûr Aşan a bi nexweşiya penceşêrê ketiye û hevjînê wê yê ku di Girtîgeha Amedê de tê girtin jî tedawiya dîalîzê dibîne û rewşa wî xeter e banga bicihanîna edaletê kir û got:"5 zarokên me hene. Hevjînê min di girtîgehê de nexweş, ez li vir nexweş im. Gelo em ê çawa xwe xwedî bikin? Divê rewşa me û ya zarokan li ber çavan bê girtin û Hesen were berdan."   Girtiyê sîyasî Hesen Aşan ê 50 salî ye û tedawiya dîalîzê dibîne her ku diçe rewşa wî ya tendirustiyê giran dibe. Di heman demê de hevjîna girtiyê nexweş Hesen, Aynûr Aşan jî bi pençeşêra memikan ketiye. Aynûrê ya têkildarî rewşa Hesen Aşan axivî diyar kir ku Hesen ev salek e di hucreya yek kesî de tê girtin û got cihê girtiyên nexweş ne girtîgeh in.   Hesen Aşan (50) beriya 7 salan bi hinceta beşdarî çalakiyên meşê bûye hat girtin û 15 sal ceza lê hat birîn. Hesen ê bavê 5 zarokan e tevî nexweşiya xwe di girtîgehê de tê girtin. Hevjîna Hesen, Aynûr Aşan jî bi nexweşiya penceşêra memikan ketiye. Herdu jî li hemberî nexweşiyê, îşkence û aboriyê têdikoşin. Hewil didin zarokên xwe di nava şerd  û mercên giran de mezin bikin.   Ji ber tevilbûna meşê 15 sal ceza   Aynûrê di destpêka axaftina xwe de qala girtina Hesen kir û wiha got: "Hevjînê min bi awayekî bê hiqûqî hat girtin. Di tevlîbûna çalakiyên meşê de çi heye em nizanin. Tevlîbûna meşê ne sûc e. Bi tu awayî ne nexweşiya wî ne jî rewşa zarokên wî li ber çavan hate girtin. Demeke dirêj di girtîgeha Mêrdînê de dima. Beriya 2 salan ji ber ku rewşa wî ya tendirustiyê giran bû jî birin nexweşxaneya Amedê. Ji wê rojê heta niha neanîn."   'Saleke tê tecrîdkirin'   Aynûrê bal kişand ser tendirustiya Hesen û wiha got: "Her ku diçe rewşa wî nebaş dibe. Ji ber şewba koronoyê dema dibin nexweşxaneyê di cihekî tenê de digirin û ev saleke bi vê hincetê tê tecrîdkirin. Di dema koronoyê de bi hezaran girtiyên edlî yên ku tecawuz û qetil kirine hatin berdan. Lê Hesen û yên weke Hesen ji ber fikra xwe hatine girtin jî nehatin berdan. Niha di tecrîdê de ye û ji ber vê sedemê her ku diçe rewşa wî ne baş dibe. Li şûna karantînayê dikarin Hesen serbest berdin."   'Ew bi awayekî baş tedawiya xwe nabînin'   Aynûrê wiha berdewam kir:"Hevjînê min ji ber nexweşiyên ku pê re hene û nû pê re çêbûne neçar e li gorî bijîşk gotiye tedawî bibe. Lê girtîgeh vê derfetê nade wan. Ew bi awayekî baş tedawiya xwe nabînin. Di her alî de şert û mercên jiyana wan giran in. Beriya niha me nikaribû dirav jê re bişînin. Wî jî nikaribû pereyê ceyranê bide ku 3 mehan bê ceyran man. Dil nedaye ji me re jî bêje. Niha ew jî, em jî tên mexdûrkirin. Beriya niha çend rojan zarokên min çûn hevdîtina bavê xwe û gotin ew bi kursiya bi tekel anîn ber telefonê. Êdî rewşa wî eşkere ye."   'Cihê nexweşan ne girtîgeh e'   Aynûrê herî dawî wiha got: "Zaroka min a biçûk bi hesreta bavê xwe re mezin bû. Dema bi telefonê bi bavê xwe re diaxive û dibêje 'her şefeq li min bigere'. Ev me diêşîne. Dibin sedem ku zarokên me bi vê tirajediyê mezin bibin. Divê demlidest rewşa malbatê û rewşa wî ya tendirustiyê li ber çavan were girtin. Pêwîst e tecrîda li ser were şikandin. Bi dehan hevalên mîna wî hene. Me çend caran daxwazname nivîsî û şand lê ev jî hat piştguhkirin."