ROJEVA 31'Ê ADARA 2021'Ê 2021-03-31 09:00:00   *Aynûr Aşan a bi nexweşiya penceşêrê ketiye û hevjînê wê yê ku di Girtîgeha Amedê de tê girtin jî tedawiya dîalîzê dibîne û rewşa wî xeter e banga bicihanîna edaletê kir û got:"5 zarokên me hene. Hevjînê min di girtîgehê de nexweş, ez li vir nexweş im. Gelo em ê çawa xwe xwedî bikin? Divê rewşa me û ya zarokan li ber çavan bê girtin û Hesen were berdan." DÎMEN HEYE   *Jinên Amedê bal kişand li ser grevên birçîbûnê û gotin: "Li Tirkiyeyê mafên mirovan tune li şûna wê zilm û zordariya zilmkaran heye. Divê gel li dijî zilmkariyê serî rake." BI DÎMEN   *Hevseroka HDP’ê ya Xelfetî ya Rihayê Fatma Korkmaz diyar kir ku her sal gel ligel zextan diherîkin Amarayê û got: "Li hemberî Xelfetiyê her tim polîtîkayên taybet tên meşandin, bi taybetî jî di 4'ê Nîsanê de zexta li hemberî gel derdikeve asta herî jor. Gel jî bi berxwedanê bersiv didin zext û astengiyan."  BI DÎMEN    *Cîgira Serokê Baroya Amedê parêzer Gazal Bayram Koluman da zanîn ku der barê feshkirina Peymana Stenbolê de serî li Daniştayê dane û wiha got: “Tevî evqas îtîrazê ger ku şûnde gav neyê avêtin em ê çalakiyên xwe, daxuyaniyên xwe yên hevpar, têkoşîna xwe bidomînin.” BI DÎMEN    *HDP’iyan hevdîtina telefonê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi birayê xwe re kir nirxandin gotin ev rewş dijhiqûqî ye. Dîrayet Dîlan Taşdemîr da zanîn ku divê demildest hevdîtin pêk be û got bi zanebûn ji bo ev siyaseta zextxwir bê meşandin, tên astengkirin. BI DÎMEN    *Jinên bertek li dijî doza girtina HDP’ê nîşan dan diyar kirin ku partiya nû ya bê avakirin jî wê ji ya berê xurtir be û wiha got: “Ne pêkane ku ev tevger bê sekinandin.”BI DÎMEN