2'yemîn kongreya TUHAY-DER'ê hat lidarxistin 2021-03-30 13:33:21   WAN -Şaxa Wanê ya TUHAY-DER'ê 2'yemîn kongreya xwe ya awarte li dar xist. Kudret Temel û Umit Çapa hevserok hatin hilbijartin.    Şaxa Wanê ya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Hukumxwar û Girtiyan (TUHAY-DER) 2'yemîn kongreya xwe ya awarte li dar xist. Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinê ya Starê, Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê, Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê, (Mebya-Der), Goç-Der beşdarî kongreyê bûn. Kongre li avahiya KESK'ê hat lidarxistin.    Di kongreyê de peyama girtîgeh navnîşana serîhildanê ye hat dayin û Kudret Temel û Umit Çapa hevserok hatin hilbijartin.    'Girtîgeh navnîşana serîhildanê ye'   Endamê PM a HDP'ê Okkeş Kava, da zanîn ku yên girtî mirovên azad in û wiha got:"Girtî dibe ku bi awayekî fîzîkî hatibin girtin lê belê mejiyên wan tu carî dîl nikare bê girtin. Girtî li girtîgehan têkoşîneke mezin didin. Girtîgeh navnîşana serîhildanê ye."