ROJEVA 30'YÊ ADARA 2021'Ê 2021-03-30 09:00:00   * Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaogluya ku 5 salan qedexeya siyasî jê re tê xwestin wiha got:"Bi êrişan re dixwazin ji xwe re bingehekê ava bikin û ji bo vê jî hemû rêbazên xwe bi kar tînin. Bi dehan partiyên me girtin û bi hezaran kes girtin, lê li dijî êrişan em her tim pêş ve çûn. Em ê li dijî van qedexeyan jî li berxwe bidin." DÎMEN HEYE   * Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz destnîşan kir ku hevdîtina telefonê ya ku di 25’ê Adarê de pêk hat di esasê xwe de ne hevdîtin e û ji cîdiyetê pir dûre û got: “Tecrîda li ser Birêz Ocalan pirsgirêkek siyasî û bê hiqûqî ye. Dewlet bêhiqûqî nêz dibe. Divê parêzer biçin Îmraliyê û hevdîtinê pêk bînin."  BI DÎMEN    * Maşallah Ertaş ya ji ber krîza aborî yek ji jinên ku herî zêde ji betaliyê bi bandor bû, berhemên keda destê xwe û berhemên xwezayî difroşe û debara xwe dike. Maşallahê da zanîn ku qezenca wan têr nake lê neçarin vî karî bikin. BI DÎMEN   *Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku girtina HDP'ê meseleya demokrasî, wekhevî û azadiyê ye û anî ziman ku welatên Ewropa siyaseta dûrû dimeşînin û tavîzên cidî didin Tirkiyeyê.  DÎMEN HEYE