Meclisa Jinan a HDP'ê: Em ê li dijî tecrîdê têbikoşin 2021-03-29 16:51:05     ENQERE - Meclisa Jinan a HDP'ê encamnameya civîna xwe ya ku di rojênborî de li ser geşedanên dawîn li dar xistibû aşkera kir.    Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), roja Şemiyê di pêşengiya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan de li otelekê, derbarê doza girtina HDP'ê û fesihkirina Peymana Stenbolê û gelek geşedanên dawîn ên wekî êrîşên li ser jinan de civîn li dar xist. Meclisa Jinan a HDP'ê encamnameya civîna xwe ya ku li dar xist aşkera kir.    Encamname wiha ye;    "Bloka faşîst a AKP -MHP'ê, bi piştevaniya ji cemaetên oldar ku girt, Peymana Stenbolê ya ku di warê parastina jinan û  mafên wan de berpirsiyariyek li ser milên hemû sazî û dezgehên dewletê bar dikir, bi operasyoneke nîvê şevê fesih kirin. Ev xeleka dawîn a êrîşa îdeolojîk a îqtîdara mêr bi daxwaza "jina makul" ku destkeftiya me Peymana Stenbolê xesp kiriye ye.  Ev biryar tunehesibandina serhildana jinan a 8'ê Adarê, daxwaza jinan a azadî û wekheviyê û tunekirianehesibandina jinên ciwan û kîna li hemberî LGBTI'yan e.    Em dest ji Peymana Stenbolê ku mafên jinan bi berfirehî diparêze bernedin. Li dijî tifaqa mêr ku jinan tune dihesibîne em dest ji Peymana Stenbolê ku hêza têkoşîna jina ye bernadin.      Ji bo jiyanê edalet   Dewleta mêr li hemû qadên jiyanê û li malên wan jinan qetil dike. Îqîtdara AKP'ê ya 19 salan tenê pirsigirêka bê edaletiyê afrandiye. Kesên ku herî zêde ji vê bê edaletiyê bi bandor bûne jî jin in. Meclisa me heta ku ev bê edaletî ji holê bê rakirin wê ji bo "jinan bibêje adalet"  Ji bo Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, Dayikên Pirsusê, Dayikên Roboskê, ji bo Pinar Gultekîn, Îpek Er û hemû jinên ku hatin qetilkirin û ji bo Emîne Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê em ê bibêjin edalet.   Em ê tecrîdê bişkenîn   Faşîzm, jin û kurdan bi tecridê tehdit dike û tecrîdê wekî rejîmê bikartîne. Li Îmraliyê li hemberî Birêz Abdullah Ocalan û her wiha bi taybetî li hemû girtîgehan tecrîdet heye û belavî civakê jî dikin. Tecrîd li hemberî şikandina berxwedana civakê wekê rêbazek tê bikaranîn. Dewlet kujerên jinan diparêze, jinan ji bi cezayê kelepçe û heqsa malê dixwaze bitirsîne. Dixwaze jinê li deveyî siyasetê bihêle. Îro 123 roj in li girtîgehan grevên birçîbûnê li dijî tecrîdê tê domandin. Li qadên Newrozê li dijî tecrîdê helwestek hat nîşandan. Em ê li her qadê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin.    Jin xwedî li keda xwe derdikevin    Bi pandemiyê re qeyrana aboriyê her roja ku derbas dibe kûr dibe. Îqtîdar tenê hewl dide ku sermayedaran ji qeyranê rizgar bike. Xizanî, betalî, kedxwarî bi her awayî bandorê li jinan dike. Bi qedexeyên pandemiyê re jî berê jinan didin malê û jin li malê bi xizanî û şîdetê re rûbir û dimînin. Jinên ku dixebitin jî bi Kod-29 rê rûbirû dimînin. Em Meclîsa Jinan a HDP'ê dê li dijî xizaniya jinan têoşîna xwe bidomînin.    Em ê bi hev re têbikoşin    Berxwedana Bogazîçî, serhildana 8'ê Adarê, coş û heyecana Newrozê û Peymana Stenbolê nîşan dide ku li ser vê axê têkoşîna jinan mezin dibe û em tên cem hev. Îqtîdara AKP MHP'ê êrişî destkeftî û têkoşîna jinan dike. Li hemberî HDP'ê ya ku ji bo wekhevî û azadiya jinan her tim di nava têkoşînê de ne hewl dide ku bigire. Dixwazin rejîma mîlîtarîst, yekparêz û zayendparêziyê avabike. Tehamûlê siyaseta jinan nakin û bi binçavkirin û girtinan dixwazin jinan ji siyasetê dûr bixin. Bi gotinên xwe yên zayendperest dijminatiya xwe ya li hemberî jinan nîşan didin. Lê em ê li dijî zayendperestiyê li her qadê têkoşîna xwe bidomînin.    Em carek din dibêjin ku; li hemberî destkeftî û têkoşîna me êrîş pêk tê. Doza girtinê li hemberî têkoşîna azadî û wekheviyê pêk tê. Bi êrişên qeyûman re xebatên me yên siyasî îlegalîze kirin, xebatkar hatin binçavkirin û girtin. Siyasetmedarên jin hedef hatin nîşandan.    Em bang li îqtîdarê dikin; Em rê nadin ku partiya me bê girtin. 8'ê Adarê jî em in, Newroz jî em in. Kolan jî yên me ne, serhildan jî. Li zeviyan û fabrîkayan em hene. em jin in, em HDP'iyî ne. Em partiya xwe, pêşeroja xwe û jiyan xwe teslîmê we nakin.    Em bang li hemû jinan dikin; Êrişê li hemberî HDP'ê êrişên li hemberî we ye, li hemberî Peyman Stenbolê ye, li hemberî ala keskesorê ye. Bên em bi hev re li hemberî rêjîma serdest a mêr jiyanek nû avabikin.