Li Mexmûrê greva birçîbûnê 102 roj in didome 2021-03-29 16:21:26     MEXMÛR - Li Wargeha Mexmûrê greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar li saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, bi koma 51’emîn di roja 102’yan de berdewam dike.     Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Ji bo tevlîbûna pêvajoyê li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclisa Îştar li saziya Malbatên Şehîdan çalakiya gireva birçîbûnê hat destpêkirin.    Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê bi koma 51’emin di roja 102’yan de berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê her roj ji aliyê gel ve bi awayek girseyî tê ziyaret kirin.