Çalakiya ji bo 'edaletê' di roja 21'emîn de ye 2021-03-29 14:19:59   RIHA - Çalakiya ji bo "edaletê" ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê diroja 21'emîn de berdewam dike. Ferît Şenyaşar ê di çalakiyê de gazî îfadê kirin.    Li Navçeya Pirsûs a Rihayê beriya hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an de xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn. Bav û 2 kurên malbatê kuştibûn. Ji heman malbatê Fadil Şenyaşar ê ku bi birîndarî hatibû girtin jî li gel ku di ser girtina wî re 3 sal derbas bûn jî di dosyaya derbarê wî de hat vekirin hîna tu pêşketin tune ye.   Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ji 9'ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza "edaletê" çalakiya rûniştinê pêk tînin. Li gel çalakiya ku di roja 21'emîn de berdewam dike, Ferît bi îdaya ku xizmekî Halîl Yildiz ê AKP'yî tehdît kiriye gazî îfadê kirin.    Ferît di saetên serê sibehê de piştî çû li muduriyeta polîsan a Pirsûsê îfade da bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re hat ber Edliyeya Rihayê û çalakiya xwe ji cihê mayî berdewam kirin.