Rojnamegeran ji bo 2'yê Nîsanê bang kirin: Em piştevaniyê mezin bikin 2021-03-29 13:54:45   AMED - Berdevka MKGP'ê Ayşe Guney di daxuyaniya ji bo piştevaniya rojnamegan de bal kişand ser zextên li ser rojnamegeran û ji bo rûniştina 2'yê Nîsanê banga piştevaniyê kir.    Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) û Platforma Jinên Mezopotamyayê (MKGP) ji bo balê bikşînin ser zextên li ser rojnamegeran û ji bo banga piştevaniya rûniştina rojnamegeran a wê di 2'yê Nîsanê de bê dîtin daxuyaniya çapemeniyê dan. Hevserokên DFG'ê Dîcle Muftuoglu û Serdar Altan, Berdevka MKGP'ê Ayşe Guney û gelek rojnameger beşdar bûn.    Ji bo rûniştina Rojnameger Nazan Sala, nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bilen û Cemil Uğur, nûçegîhana me Şehrîban Aslan a dê di 2'yê Nîsanê de li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê dê bê dîtin banga piştevaniyê kirin.    Hevserokê DFG'ê Serdar Altan da zanîn ku rojnameger ji ber pîşeya xwe tên binçavkirin û got divê piştevanî bê mezinkirin.    'Zextên li ser jinên rojnameger zêde dibin'   Berdevka  MKGP'ê Ayşe Guney da zanîn di doza ew ê bê dîtin de dê rojnamegerî û mafê nûçeyê ya gel ew ê bê darizandin. Ayşe got:"Zextên li ser jinên rojnameger zêde dibin. Hevalên me Şehriban Abi, Nazan Sala kirin koguşên mêran ên edlî. Ev der ne paqij bûn. Ceza li ser cezayê dan wan. Di şexsê Nazan û Şehribanê de ev ceza li hemû jinan bi taybet jî li jinên kurd hatiye birîn. Bilindbûna asta jinên rojnameger mîrateya piştevanî û têkoşîna jinê ye. Loma divê ne tenê hempîşeyên me hemû rêxistinên jinan li vê têkoşînê xwedî derekevin. Çimkî çapemeniya vê mîrateyê dewam dike bi piştevaniyê mezin dibe. Ji bo mezinkirina piştevaniya jinê em bang dikin ku hemû jin bibin yek."   'Encax gel bikariba bidarizîne'   Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu bi lêv kir ku zextên li ser rojnamgeran herî zêde li ser girtina mafên ge a nûçeyan e û wiha domand:"Ji ber rastiyeke berbiçav e loma Xelata Taybetbet a Juritiyê ya Metin Goktepe girt. Ev rastiya li Tirkiyeyê dibe mijara darizandinê yan jî rojnamegerên nûçeyê çêdike dixin nava çar dîwaran. Hevalên me yên rojnameger di lêpirsîna emniyet û dozgeriyê de diyar kiribûn ku rojnamegertiya wan ancax ji aliyê rêxistinên pîşeyî û gel ve bikaribe bê darizandin. Em dubare dikin; Nûçeya hevalên me encax gel bikaribe bidarizîne. Em banga piştevaniya ji bo rûniştinê dikin."