‘Em ê di 2’yê Nîsanê de li Edliyaya Wanê bin’ 2021-03-29 09:09:11   WAN - Rojnamegerên ku nûçeya, du welatiyên piştî îşkenceyê ji helîkopterê ve hatibûn avêtin, çêkiribûn ev 8 mehe girtî ne û wê 2’yê Nîsanê de derkevin pêşberî dadger. Hevpîşeyên wan banga piştevaniyê kirin û gotin ;“Em şahidê rojnamegeirya wan in. Em ê di 2’ê Nîsanê de li edliyaya Wanê bin.”   Li navçeya Şaxê ya Wanê leşkerên derketibûn operasyonê Osman Şîban û Servet Turgut îşkence kiribûn û ji helîkopterê de avêtibûn. Nûçegîhanên bûyer kirin nûçe piştî bûyerê di 9’ê cotmeha 2020’an de hatin girtin. Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ugur, nûçegîhana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala yên girtî û nûçegîhana (MA) Zeynep Durgut ya negirtî tê darizandin wê di 2’ê Nîsanê de derkevin pêşberî dadger. Îdianameya ji aliyê 5’emîn dadgeha cezaya giran a Wanê ve hat qebûlkirin de, bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ daxwaza ceza hat kirin.   Hevpîşeyên wan beriya runiştinê banga piştevaniyê kirin û diyar kirin ku rojnamegerî nikare bê darizandin û çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin.   ‘Girtina wan lekeyeke reş e’   Rojnameger Hamdiye Çîftçî got: "Li Tirkiyeyê azadiya fikr û ramanê hîna wek birînekê ye. Ji ber nûçeya du welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin, 4 hevalên me 8 mehin girtî ne. Tu aliyê vê yê hiqûqî tune ye. Ji ber rastî tên nivîsin girtina wan nayê qebûlkirin. Girtineke wisa dirêj kirine rewşa îşkencê. Rojnamegerî ne sûc e. Hevalên me rastî nivîsîne. Ev biryar ji bo welat lekeyeke reş e. Em şopdarê dozê ne. Hêviya me ev e ku hevalên me bên berdan.”   ‘Hevalên me her tim li cem gel bûn’   Nûçegîhana Ajansa Mezopotamya Ozlem Yayan jî got: "Em şahidê rojanemgeriya wanin. Divê hevalên me bên berdan. Hevalên me tevî hemû şert û mercan ligel hevalên xwe bûn. Bûn dengê gel. Di sermya giran de bi şev û roj ligel erdhejzedeyan bûn. Lêgerîna alîkariya ji bo welatiyan li cîhanê dan bihistin. Du hezazên li Mukusê dan bihistin. Bûn dengê mexduran. Em şahidê rojnamegeriya wan in. Em li qadan e."   Rojnameger Nîmet Olmez jî ev tişt got: "4 hevalên me ji bo binpêkirinên mafan yên li bajar derdiketin holê hewl didan. Hevalên me gelek caran bi ser mala wan û ajansan de dihat girtin. Ji aliyê polîsan ve alavên wan dihatin desteserkirin. Di dema binçavkirinê de nehiştin parêzer biçin hevdîtinê. Biryara nepenîkirinê danîn ser dosyayên wan. Ajansa Mezopotamya hat astengkirin. Çend roj şûnde jî hevalên me hatin girtin. Hevalên me di bin çavan de rastî binpêkirina mafan hatin. Nazan û Şehrîban piştî hatin girtin di karantînayê de bi girtiyên mêr yên edlî re li heman korîdorê man. Hevala Nazan gelek pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene û divê bihata dermankirin. Divê hemû hevalên me demildest bên berdan. Delîlên sûc jî parvekirinên çapemeniya civakî û faliyetên rojnamegeriyê hatine nîşandan. Em şahidê rojnamegeriya hevalên xwe ne.