Hunermendên kurd: Girtina HDP'ê ne çareserî ye 2021-03-29 09:03:16   AMED - Hunermendên kurd bertekên xwe yên li ser hewildana girtina HDP’ê nîşan dan û gotin: "HDP gel e. Ew çiqasî bigirin ew ê bi mîlyonan vegerin. Girtina HDP ne çaresi ye."   Di 17’ê adarê de darbeyeke siyasî pêk hat. Serdozgeriya Komarê yê Dadgeha Bilind ji bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bê girtin serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da. Wekîltiya parlamenterê HDP’ê Omer Faruq Gergerlîoglu hat xistin û li rex wê hevserokên giştî yên niha û kevin di nav de derbarê 687 kesan de qedexeya siyasî hat xwestin. Têkîldarî mijarê hunermendên jin ên kurd nerînên xwe ji ajansa me re parvekirin.   ‘Siyasetek demokratîk nayê xwestin'   Hunermend Nuarîn destnîşan kir ku li Tirkiyeyê siyaseteke demokratîk nayê xwestin û wiha got: “Ez van êrîşan şermezar dikim. Partiyên ku ji bo têkoşîna û azadiya Gelê Kurd hatine avakirin mixabin îro bi van polîtîkayên qirêj hertim bi êrîşan re rûbirû dimînin. Kîjan desthîlatdar hatibe polîtîkayên xwe yên qirêj li ser Gelê Kurd û li ser partiyên Gelê Kurd berdewam kiriye. Her partiyên ku ji bo demokrasi, azadî û wekhevî hatiye vekirin hatiye girtin. HDP jî bi vê sedemê dixwazin bigirin. Partiyên ku li pey rêyên çareseriyê ne naxwazin ku ew partî pêş bikevin.”   ‘Têkoşîna heq, hiqûq û edalet hedef hatiye girtin’   Nuarîn berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku HDP ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê ji bo mafên mirovan, parastina xwezayê, ji bo parastina mafên jinan û zarokan têdikoşe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di heman demê de di pergala olî de, pergala perwerdehiyê û di pergala tenduristiyê de yê ku çareserî didît bû. Ji bo çareseriyên wan mijaran û ji bo têkoşîna heq, hiqûq û edaletê hat hedefgirtin. Gava em li girtigehê dinêrin bi sedan girtiyên siyasî ku ji ber fikr û ramanên xwe di zindanan de ne.”   ‘Girtina HDP’ê ne çareserî ye’   Nuarîn destnîşan kir ku tu kurd dev ji îradeya xwe bernade û wiha bi lêv kir: "Girtina HDP’ê ne çareseriye û beravajî vekirina rêyên pirsgirêkan e. Ji ber ku HDP îradeya bi mîlyonan kesî ye. Tu kurd dev ji îradeya xwe bernade. Heke HDP’ê bê girtin, dê partiyek nû bê avakirin. Îdeolojiya ku hatiye avakirin, bawerî û hêviya ku ji bo azadiya gelan hatiye avakirin ew ê tu carî naguhere. Gel jî serî natewîne û dê xwedî li îradeya xwe derkeve. Em ê hertim têkoşîna xwe berdewam bikin û şûnde gav neavêjin. Yên ku îro dixwazin HDP’ê bigirin ketine tengasî û aloziyek mezin. Êdî gel ji AKP û MHP’ê hesiyane û li gorî vê bertek û helwestên xwe nîşan didin. Îtîfaqa AKP û MHP’ê siyasetek qirkirinê li ser gelan dimeşîne û bi polîtîkayên xwe yên qirêj û taybet dixwaze çavê gel boyax bikin. Têkçûnên xwe yên aliyê siyasî, leşkeri, aborî, civakî, tendurîstiyê û perwerdehiyê de bi êrîşên li ser HDP’ê dixwaze bigire. Lê êdî gel ne gelê berê ye. Dê bi sekn û têkoşîna xwe ji wan êrîşên qirêj re bibe bersîv.”   ‘Em ê bi milyonan vegerin’   Hunermend Sema Ozel Asî jî êrîşên li ser HDP’ê şermezar kir û wiha axivî: “Wek hunermenda kurd em jî li cem HDP'ê ne. Em dibêjîn HDP ne tenê ye. Ev siyaseta qirêj ku li ser HDP tê meşandin bi taybetî li ser Gelê Kurd tê meşandin û dixwazin hêz û saziyên kurdan bêhêz û bêdeng bihêlin. Em jî wek hunermendên kurd bidêng û rengê xwe bi stran û awazê xwe em dibêjin em HDP'iyî ne. Ew çiqasî bigrin em bi milyonan vegerin û li hemberî vê pergalê bi hemû rengê û dengê xwe hin mestir bibin.”   ‘HDP gel e’   Hunermend Rojda Şenses jî wiha got: “Nav û amblem ne tiştek in, bila bê zanîn ku rastiyek heye HDP gel e û gel jî HDP ye. Fikr û raman yek in.”