Ji jinan li dijî feshkirina Peymana Stenbolê çalakiya xeleka xemrî 2021-03-28 18:05:34   AMED - Jinan li Qada Deriyê Çiyê li dijî fesihkirina Peymana Stenbolê çalakiya xeleka xemrî pêk anîn. Jinan di çalakiyê e dowîzên ku navê jinên hatin qetilkirin li ser bûn hildan û gotin, "Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin û Peymana Stenbolê ya me ye."   Di pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê(DAKP) li dijî feshkirina Peymana Stenbolê li Qada Deriyê Çiyê çalakiya Xeleka Xemrî hat lidarxistin. Beriya çalakiyê qada Deriyê Çiyê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Lê jinan guh neda dorpêçê û bi pankart û dowîzên ku navê jinên qetilkirî li ser wan nivîsandî hildan. Jinan çalakiya xwe bi dirûşmên “ Peymana Stenbolê dide jiyandin”, “Jin Jiyan Azadî”, "Peymana Stenbolê ya me ye" û "Em bêdeng namînin"    ‘Peymana Stenbolê belgeya maf û azadiya jinê ye’   Piştre li ser navê DAKP’ê endama Komeleya Jinan a Rosayê Gulîstan Nazlier daxuyanî xwend. Gulîstanê destnîşan kir ku îro kuştina jinan veguheriye asta qirkirinê û wiha got: “Divê meclis û hemû rayedar erka xwe bînin cih, xwedî li îradeya xwe derkevin û Peymana Stenbolê pêk bînin.  Em jin vê biryare qebûl nakin û em ê nekin jî. Peymana Stenbolê belgeya maf û azadiya jinê ye. Peymana Stenbolê li dijî tundiya li ser jinê derdikeve. Peymana stenbolê pêşiya zewaca zarokan digire. Peymana Stenbolê li zarok û jinên ku di bin gefa kuştinê de ne, LGBTI+ û gelek kesan  xwedî derdikeve.”   ‘Peymana Stenbolê ya me ye’   Gulîstanê di berdewamiyê de diyar kir ku piştî feshkirina Peymana Stenbolê tundî û kuştina  jinan zêdetir bûye û got: “Di heman demê de jinên ku ev peyman parastine jî bûne hedef û êrîş li wan tê kirin. Heke Peymana Stenbolê bihata sepandin îro ev jinên ku navê wan hatiye nivisandin nedihain qetîlkirin. Em jin bi rojan e bang dikin û li her qadê dibêjin ku Peymana Stenbolê ya me ye. Em bi rojan e hem xemgin hem jî bi hêrs in. Hêrsa me bi mafdariya me her ku diçe zêdetir dibe. Em hêrsa xwe li kolanan, li qadan û li her deveran tînin ziman. Em bi hêrsa xwe hîn zêdetir bi hêz dibin. Divê hûn bitirsin. Em dev ji daxwaza xwe ya edaletê û jiyanek azad bernadin.”   Têkildarî peymanê belavok hatin belavkirin   Jinan bi dirûşma dawî li çalakiya xwe anîn û piştî çalakiyê belavokên têkildarî Peymana Stenbolê belav kirin.