Jinan bang li NY'ê kir: Li heber Erdogan hewlwestek zelal nîşan bide 2021-03-28 14:24:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li Danîmarkayê, li dijî Serok Komar Tayyîp Erdogan ê ku Peymana Stenbolê Fesih kir bang li NY'ê kir û banga, "Helwestek zelal nîşan bide" kirin.   Bertekên jinan ên li dijî Serok Komar Recep Tayyîp Erdogan ku Peymana Stenbolê fesih kir berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de jinên Danîmarkayî daketin Qada Şaredariya Kopenhagê û pankarta bi nîvsa "Peymana Stenbolê dide jiyîn", wêneyên jinên ku hatin qetilkirin hilgirtin û çalakî pêk anîn. Parlamentera berê ya Partiya Sosyal Demokrat Yildiz Akdogan û parlamentera Partiya Sosyalîst a Gel Ozlem çîçek jî tevli daxuyaniyê bûn.  Daxuyanî ji aliyê Şîlan Denîz û Teyhanî Killa ve hat xwendin.    Şîlan diyar kir ku biryara parêstvanên mafên jinan "dijqanûnî" û "tune" hatiye hesibandin û di berdewamiyê de wiha got, "Li tirkiyeyê bi hezaran kes ji bo ku biryara Erdogan şermezar bikin daketin qadan. Divê Yekitiya Ewropayê li dijî sûcê nefretê yê li hember jinan û LGBTQ+ ku bi destê erdogan tê zêdekirin helwestek zelal nîşan bide. Femînîzim tevgerek enternasyonalîst e. Em ê li dijî dewletên serdest yên mêr ên cîhanê têkoşîna xwe bidomînin. "   Daxuyanî bi dirûşmên "Peymana Stenbolê dide jiyîn", "Em vê biryarê qebûl nakin", "Em bêdeng namînin, natirsin û serî natewînin" bi dawî bû.