Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 20'emîn de ye 2021-03-28 13:30:22   RIHA - Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferîd Şenyaşar bi daxwaza edaletê 20 roj e li ber Edliyeya Rihayê di nobetê de ne. Ferît Şenyayar got, "Sûcdar parlamenter û malbata wî ye."   Li Navçeya Pirsûs a Rihayê beriya hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an de xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn. Bav û 2 kurên malbatê kuştibûn. Dayik Emîne Şenyaşar a 2 kur û hevjînê wê hatin kuştin, li gel kurê xwe Ferit Şenyaşar, li pêş Edliyeya Rihayê nobeta "Edaletê" digire. Nobeta Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar di roja 20’an de berdewam dike.    Malbata Şenyaşar ku ji ber petlane ye û edliye girtî ye li nêzî avahiya edliyê çalakiya xwe îro jî berdewam kir û li ser hesabê xwe yê medya civakî ev parvekirin kir, "Cihê karê me hilweşandin û nexweşxane kirin gola xwînê. Divê hesabê qetlîama li nexweşxaneyê bê pirsîn... Em dizanin ku sûc aşkera ye û sûcdar kî ye. Sûcdar parlamenter û malbata xwe ye. Em ê li gorî edaletê tevbigerin. Daxwaza me ya Edaletê di roja 20'emîn de berdewam e..."