Spîkera Kurd Azade bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da 2021-03-28 12:29:41     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tahranê Azade Namdarî ya ducanî ku spîkerî dikir li mala xwe bi rengekî biguman mirî hate dîtin.   Medyaya Îranê duh êvarî ragihand ku li paytexta Îranê Tehranê spîkera kurd Azade Namdarî ya ji bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye.   Li gorî agahiyên hatine dayîn cenazeyê Azade Namdarî ya ducanî li mala wê ya li avahiyeke Tehranê hatiye dîtin. Ev çend roj bûn ku malbata Azadeyê nedikarî xwe bigihîninê  û dema ku telefonî wê dikirin jî bersiv nedida.