Esnafên Mêrdînê: Pêvajoya asayîbûnê jî me ji qeyranê xilas nekir 2021-03-28 09:01:43   Medya Uren   MÊRDÎN - Esnafên biçûk ên ku bê temînat dixebitin ên ku ji qeyrana aborî û şewbê herî zêde bi bandor bûne tevî pêvajoya asayîbûnê dest pê kir jî ji qeyranê xilas nebûn. Wayîbe Çetînkaya û Sîdar Demîrcana jî dibêjin ew hatine wê astê ku kargehên xwe bigirin.   Li tirkiyeyê qeyrana aborî bi taybet jî esnafên biçûk bandor kir. Ji ber ku tirkiye ne xwedî amedekarî û bingehek qayîm a aboriyê bû şewba koronoyê jî bandoreke mezin li ser kir. Rexmê ku pêvajoya asayîbûnê dest pê kir jî esnafên jin dibêjin başbûyînek di aliyê aborî de çênebûye.  Ew hîna nikarin kirîn û firotinê bikin.   Esnafa bi navê Wayîbe Çetînkaya ku cilan difiroşe û Sîdar Demîrcana kûafor e pirsgirêkên ku di van pêvajoyan de dijîn bi ajansa me re parve dikin.    ‘Jin beramberî keda xwe nagirin’   Wayîbe Çetînera dayika 5 zarokan e 7 sal in bi karê kirîn û firotina cilan re mijûl dibe. Wayîbeya demek dirêj e bi vî karî û bi karê malê re mijûl dibe wiha dibêje: “Em weke jin bi taybet zehmetiyên mezin dijîn. Di aliyekî de karê malê û di aliyekî de jî fikara debara malê heye. Ez ji şefeqê radibim, xwarin û vexwarinê didim zarokan û derdora malê paqij dikim. Pişre têm li ber firoştgehê dixebitim. Her roja me wisa derbas dibe. Em weke jin  tucarî beramberî keda xwe nagirin.”   ‘Divê polîtîkayên aboriyê werin pêşxistin’   Wayîbe diyar kir ku ew bê teminat dixebitin û wiha berdewam kir:  “Ji hemû cure qeyranan em bandor dibin û temînatek  me a ku pişta me germ jî bike tune ye. Her carî em tên wê astê ku em firoştgehê bigirin. Ji aliyekî ez bigirim wê baştir be. Ji ber ku firotin tune ye. Ji demekê şûnde êdî em dikevin zirerê. Divê piştgiriyek baş were dayîn. Welatî tevahî di vê rewşê de ne. Divê polîtîkayên aboriyê werin pêşxistin. Lewra pêvajoya asayîbûnê dest pê kir jî em hîn di tengasiyê de ne.”   ‘Ez malekê xwedî dikim’   Sîdar Demîrcana ya 25 salî 10 sal in bi karê kûaforê mijûl dibe. Ango 3 sal in jî kargeha xwe vekiriye. Sîdar xwe yek ji ciwanên bi şans dibîne, sedema vê jî wiha vedibêje: “Di vê pêvajoyê de ciwan hemû bê kar mane. Min jî bi derfetên xwe kargehek vekir. Ez bi diravê ku ji vir digirim malbatekê xwedî dikim. Debara xwe dikim. Gelek ciwan ne xwediyê vê şansê ne.”   ‘Ev salek e em kar nakin’   Sîdar wiha berdewam kir: “Ev çend sal in ez di vî karî de dixebitim. Berê pir baş bû. Herî kêm me debara xwe bi xweşî dikir. Lê piştî qeyrana aborî û şewba koronoyê rewşa me pir xirab bû. Sektora me jî sektorek ne pêwîst e. Hatina gel me ji gel re luksek e. Ji ber wê yekê niha kes pêdiviyê pê nabîne. Li şûna ku li vir pere xerç bikin wê biçin nanekî bistînin. Ne tenê rewşa me rewşa hemû welatiyan jî hatiye vê astê. Kesên ku tên vir jî bihayê em diyar dikin zêde dibînin.”   ‘Em ketine bin deynan’   Sîdar got pêvajoya asayîbûnê dest pê kir lê hîna rewşa wan baş nebûye. Sîdar herî dawî ev gotin kir: “Em li benda pêvajoya asayîbûnê man. Jixwe îsal pir deyn ketin ser me. Lê rewşa me niha jî sererast nebû. Kes naçe û nayê. Me di pêvajoya şewbê de kredî kişand em ê niha çawa pereyê wê bidin em nizanin. Divê alîkariya esnafan bê kirin. Bi taybet jî alîkariya esnafên jin. Ji ber ku zehmetiya herî mezin em dibînin. Divê ji bo xebitandina ciwanan jî derfet werin afirandin.”