'Newroz ji bo herkesî bû bersiv, em ê serîhildanê bidomînin' 2021-03-27 13:24:56     ÎZMÎR - Fîgen Şahîn a di Girtîgeha Jinê ya Şakranê tê girtin strana hevala wê ya koguşê Evîn Şahîn ji bo şoreşgeran nivîsanidû, strand. Fîgenê di heman demê de bal kişand ser zextên li girtîgehan û wiha got:"Ew çiqas zextê bikin jî em ê serî hildin."   Fîgen Şahîn a di Girtîgeha Jinê ya Şakranê tê girtin bi rêya telefona bi xizmên xwe re da zanîn idareyê bi ser koguşên A-2 û A-3 de girtine. Her wiha got tundî li wan hatiye kirin û îdareyê dest xistiye ser alavên wan. Fîgenê her wiha strana hevala wê ya koguşê Evîn Şahîn ji bo şoreşgeran nivîsanidû, strand.    'Ya dewletê kiriye ne ehlaqî ye'   Figenê da zanîn ku Newroz ji bo herkesî bû bersiv, em ê serîhildanê bidomînin û wiha domand:"Hevdîtina bi telefonê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi malbata xwe re kir ne bes e. Ev yek ne ehlaqî ye jî. Heta daxwaz bên cih em ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bidomînin."   Figenê herî dawî wiha got"Em baş in. Çiqas zextan li me bikin jî em serî hildidin. Newroz ji bo herkesî bû bersiv, em ê serîhildanê bidomînin."