Şengalî dijî gefan dê sibehê dakevin kolanan 2021-03-27 12:02:33     ŞENGAL - Pêkhateyên Şengalê li dijî helwesta hikûmetên Bexda û Hewlêrê dê sibehê meşeke girseyî li dar bixin. Komîteya amadekar banga tevlîbûnê li Şengaliyan kir.    Bertek û nêrazîbûnên li hemberî hevpeymana di navbera Bexda û Hewlêrê didomin. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ), Nûnerên YBŞ-YJŞ’ê, Asayîşa Êzîdxanê û nûnerên rêxistinên civakî bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîka Şengalê (MXDŞ) li dijî nêzikatiya hikûmetan civiyabûn û biryarên girîng girtibûn. Şengaliyan da zanîn ku dê li hemberî helwestda hikûmetan li ber xwe bidin.    Derbarê mijarê de hemû pêkhateyên Şengalê dê sibê meşek girseyî li dar bixin. Meş dê sibe saet di 13.00’an de li pêşiya Qae Laleş a li navenda Şengalê dest pê bike. Meşa ku dê li ser navê pêkhateyên Şengalê bê birêvebirin, wê li Çerxerêya Yermuk bidawî bibe û piştre jî dê daxuyaniyek were dayîn.   Komîteya amadekar bang li tevahiya civaka Şengalê kir ku tevlî meşê bibe.