'Divê demildest tecrîd ji holê bê rakirin' 2021-03-27 09:16:25     WAN - Hevseroka TUHAY-DER a Wanê Kudret Temel, bal kişand ser hevdîna bi telefonê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk hatî û got: "Tecrîda ku pêk tê ne hiqûqî ye. Em ji wê rewşê bi fikar in. Em banga bi dawîkirina tecrîdê dikin."    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind bi şertên tecrîda girankirî re rûbirû ye. Abdullah Ocalan herî dawî di 27’ê nîsana 2020’an de cara yekem bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin pêk anîbû. Piştî 27’ê nîsanê duh jî Abdullah Ocalan bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê hevdîtinek kurt pêk anî. Hamîlî Yildirim ê li gel Abdullah Ocalan dimîne jî hevdîtinek kurt kir û telefona wî jî hatiye qûtkirin. Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar jî yên li gel Abdullah Ocalan dimînin bi helwesta protestokirina tecrîdê hevdîtinê red kirin. Parêzer ji bo hevdîtinê carek din serî li serdozgeriyê dan.    Her wiha 121 roj in greva birçîbûnê ya ku ji hêla girtiyan ve hatî destpê kirin didome. Girtî li dijî tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan dest bi grevê kiribûn. Derbarê grevên birçîbûnê û hevdîtan bi rêya telefonê de Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Hikûmxar û Girtiyan re (TUHAY-DER) a Wanê Kudret Temel ji ajansa me re axivî.    ‘Tecrîd ne hiqûqî ye'    Kudret, diyar kir ku qutkirina telefonê fikarên raya giştî zêdetir kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Wekî her girtiyek divê Rêberê PKK'ê jî bi malbat, xizm û parêzerê xwe re hevdîtinê bike. Tecrîd ne hiqûqî ye. Em bi fikar in. Qutkirina telefonê gelek pirsan di serê me de çêkir. Divê fikarên me ji holê bên rakirin."    ‘Li girtîgehan binpêkirina mafan zêde bûye'    Kudret, da zanîn li girtîgehan binpêkirina mafan derketiya asta herî jor û wiha got: "Girtî 121 roj in di grevê de ne. Li dijî binpêkirina mafên girtiyan di grevê de nin. Pêşiya grevê jî, piştî grevê jî bêtir binpêkirina li girtîgehan zêde bû. Girtiyên ku bi malbatên xwe re hevdîtinê pêk tînin qala binpêkirina mafên xwe dikin û pêdiwiyên herî esasî nayên dayîn."   'Divê tecrîd bê bidawîkirin'    Kudret, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser rewşa girtîgehan: "Malbatan da zanîn ku li Girtîgeha Sîlîvriyê maseyên girtiyan ji hêla gardiyanan ve hatine şikandin, avê nadin girtiyan. Li girtîgeha Panosê ya Agiriyê jî binpêkirina mafan derketiye asta herî jor. Li Girtîgeha Tîpa T û F ya Wanê jî pirtûk, rojname nadin girtiyan. Her wiha li gelek girtîgehan xwerinên nebaş didin girtiyan. Girtiyan bi rêya malbatên xwe gotin ku 'Êdî ewlehiya jiyana wan nemaye'. Ev tişt fikarên me zêde dike."   Kudret, destnîşan kir ku divê demildest tecrîd bê bidawîkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em tenê dixwazin qanûnên heyî pratîze bikin. Heke tecrîd bidome dê li girtîgehan jî binpêkirina mafan bidome. Di serî de tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din bê bidawîkirin."