'Li dijî betalkirina Peymana Stenbolê em ê têkoşînê xurtir bikin' 2021-03-27 09:01:28     Medya Uren   MÊRDÎN - Endamên Platforma Jinan a Şahmaranê û aktivîstên TJA’yê yên li dijî betalkirina Peymana Stenbolê bi bertek in gotin ew ê li dijî betalkirina Peymana Stenbolê rêxistina xwe û têkoşîna xwe bi hêztir bikin.   Bi hatina AKP’ê re rêjeya tundiya li ser jinê qat bi qat zêde bû. Ji bo pêşîgirtina vê yekê Peymana Stenbolê hatibû îmzekirin. Di 11’ê Gulana 2011’an de peyman hatibû îmzekirin û di 10’ê Sibata 2012’an de Peymana Setenbolê hatibû erêkirin. Ev peyman, li ser wekheviya zayendiya civakî hatiye avakirin. Lê belê Peymana Stenbolê di nava şevekê de bi îmzeya Serokkomar Tayyip Erdogan hat betalkirin.   Endamên Platforma Jinan a  Şahmaranê Gulîzar Îpek û Ozlem  Uçar, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) yê Eylem Amak û Leyla Bozkurd di derbarê betalkirina Peymana Stenbolê de nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.   ‘Sedsala 21’ê sedsala jinê ye’   Gulîzar Îpek diyar kir ku ew bi polîtîkayên AKP’ê û MHP’ê yên dijminatiya jinan dikin re dest bi rojê dikin. Gulîzarê diyar kir ku îqtidar ji bo jinan bixe hemû riyên xwe yên faşîzan diceribînin û wiha berdewam kir: “Di rojên dawî de, ji girtina HDP’ê heta qedexeya sîyasî ya li ser siyasetmedarên kurd, girtin, binçavkirin û gelek êrişên weke vê gihiştine asta herî jor. Di heman demê de di pêvajoyek wisa de ku tundiya li ser jinê zêde bûyî de betalkirina peymanê tê wateya çavgirtina li van tundî û komkujiyan. Bi vekirî piştgirî tê dayîn. Lê li dijî van polîtîkayan em ê weke jin tucarî dev ji Peymana Stenbolê bernedin. Em ê xwe bêhtir rêxistin bikin û biherikin qadan. Em ê dev ji parastina mafên xwe û destkeftiyên xwe jî bernedin. Em destûr nadin ku îqtidar destkeftiyê me û peymanê bikin mijarên bazara xwe. Em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin û em dibêjin sedsala 21’ê sedsala jinê ye.”   ‘Betalkirina peymanê erêkirina qirkirina jinê ye’   Ozlem Uçler jî wiha axivî: “Di nîvê şevê de biryara betalkirina Peyamana Stenbolê hate girtin. Di pêvajoyek ku ewqas tundiya li ser jinê û nava malê mezin bûyî de ev peyman pêwîstiyek a jiyanî bû. Ji bo pêşîgirtina li hember tundiyê riyek serkeftî bû. Em tim dibêjin qetikirina jinan polîtîk e û bi biryara di nîvê şevê de hatiye dayîn îqtidarê vê gotina me rast kir. Cardin bi polîtîkayên xwe êrişa li ser jinê rewa kirin. Ev biryar qirkirina jinê ye. Ez weke dayikek, weke têkoşerek a li dijî tundiya li ser jinê dibêjim, ji bo jiyanek aramtir ji bo zarokên me û hemû civak di nava pêşerojek aram de bijîn pêwîst e em pêşî li tundiyê bigirin. Ez vê jî diyar bikim bi betalkirina peymanê re ew ê nikaribin berxwedana me asteng bikin. Em ê jin tim li vir bin û li dijî hişmendiya mêr serkeftinan bi dest bixin. Em ê qaqdê vala nehêlin.”   ‘Betalkirina peymanê qirkirina civakê ye’   Eylem Amak bal kişand li ser tundiya ku li Tirkiyeyê zêde bûye û wiha got: “Li tirkiyeyê her roj 3 jin tên qetilkirin. Êrişên li ser jinê, îstismar, têkiliyên ensest ên nav malê her roja diçe jiyanê li jinan  û zarokan dike dojeh. Ji bo ev êrişana kêm bibin jin her roj têdikoşin û serî hildidin. Peymana Stenbolê di nav de hemû destkeftî bi keda jinê û berxwedana wê hatine destxistin. Cardin êrişên xwe yên li dijî jinê û destkeftiyên wê nîşan dikin. Dijminatiya xwe ya li dijî jinê nû dikin. Betalkirina peymanê qirkirina jinê ye, erêkirina tundî, îstismar  û nexweşiya navxweyî ye. Betalkirina peymanê qirêjkirina civakê ye. Ji ber ku peyman aramî û yekîtiyê diparêze. Lê îqtidar li dijî pêşîgirtina tundiyê rê li ber tundiyê vedike. Dixwazin jinan di malê de heps bikin. Lê em ê jin serî netewînin. Em duh jî li qadê bûn em ê îro û sibehê jî li qadê bin. Em ê paşde gav neavêjin.”   ‘Li dijî betalkirina Peymana Stenbolê em ê têkoşînê xurtir bikin’   Leyla Bozkurd jî herî dawî wiha axivî: “Îqtidar carek din dijminatiya xwe ya li dijî jinê eşkere kir. Betalkirina peymanê me matmayî nehişt. Tiştekî ku em li bendê bûn. Jixwe demek dirêj e em weke çalakvanên TJA’yê jî weke bertek li dijî betalkirinê çalakiyan li dar dixin. Em li dijî hişmendiya bi vî rengî ku dijminatiya jinan dikin li qadê ne û têdikoşin. Ji îro şûnde wê têkoşîna me bi hêztir be bê guman. Em ê li hemberî wan serî netewînin. Dixwazin bi van êrişan pêşî li komkujiyan û qirkirinên jinê vekin. Bê guman mêran cesaret girtin. Lê me tiştek ji hêza xwe û rêxistina xwe wenda nekir. Ango li dijî betalkirinê em ê bêhtir bi rêxistin bibin û têbikoşin. Em bang li hemû jinan dikin ku ji îro şûnde bêhtir xwe bixin nava têkoşîna azadiya jinê. Li dijî betalkirina Peymana Stenbolê em ê têkoşînê xurtir bikin.”