Jinan ji bo Peymana Stenbolê bang kirin 2021-03-26 16:19:53     ÎZMÎR - Jinên feshkirina Peymana Stenbolê şermezar kirin diyar kirin ku ev li dijî makeqanûnê ye.    Meclîsa Jinê ya Konseya Bajêr a Karabaglar a Îzmîrê feshkirina Peymana Stenbolê ya bi Biryarnameya Serokkomariyê şermezar kirin. Jinan li Parka Ugur Mumcu ya Îzmîrê daxuyaniya çapemeniyê dan. Berî daxuyaniyê ji bo jinên hatin qetilkirin deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê jinan Seroka Meclîsa Jinê ya Konseya Bajêr a Karabaglar Nûran Yayla xwend.    'Li dijî makeqanûnê ye'   Nûranê da zanîn ku feshkirina peymaneke navneteweyî gotina "Cinayetên jinan polîtîk e" piştrast dike û wiha domand:"Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin. Me di her şerdî de daxwazên xwe anîn ziman. Pêşî li tundiya jinê hat vekirin loma li dijî tundiyê divê em bi hev re derkevin ser rê. Em dixwazin di dewleta hiqûqê de bijîn."