5 kesên ku di nav wan de jin jî hebûn rehîn hatin girtin 2021-03-26 15:06:09     AMED - Li Amedê 5 kesên ku jin jî di nav wan de hene rehîn hatin girtin.   Li navçeya Yenîşehir a Amedê li Taxa Uçkuyular, li ser dengê çekan ku ji malekê hat kesên li derdorê gazî polîsan kirin. Polîsên ku hatin cihê bûyerê diyar kirin ku jin jî di nav de 5 kes rehîn hatine girtin. Di encama oparasyona ku hat kirin 2 jê birîndar 5 kes ji malê hatin derxistin.   Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin û kesên birîndar jî rakirine nexweşxaneyê.