Çalakiya 'edaletê' ya Emîne Şenyaşar di roja 18'emîn de ye 2021-03-26 13:59:10     RIHA - Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar nobeta xwe ya edaletê ya 18 roj in didomin vê carê bi ziyaretkirina Gola Masiyan (Balikligol) cihê Hz. Îbrahîm lê avêtin agir domandin.    Li Pirsûsa Rihayê di 24'ê Hezîrana 2018'an de berî hilbijartinên giştî ji aliyê parêzvan û xizmên Halîl Yildiz hevjînê Emîne Şenyaşar Haci Esvet û du zarokên wê Celal û Adil Şenyaşar hatin kuştin. Her wiha piştre kurê Emîne Fadil Şenyaşar jî bi birîndarî ket girtîgehê. Li dijî vê yekê Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobeta 'êdaletê' kirin. Nobeta Emîne û Ferît di roja 18'emîn de didome. Di saetên serê sibehê de Emînê û kurê wê Ferît berê çûn serdana ziyareta Gola Masiyan (Balikligol) û daxwazên xwe yên edaletê anîn ziman.    'Em ê dest ji daxwaza xwe ya mafdar bernedin'   Li ser hesabê medyaya civakî ya malbatê, têkildarî ziyaretê ev parvekirin hat kirin: “Me li cih û warê Hz. Îbrahîm, xwe spart edaleta şaşnebar a Xwedê û wisa dest bi têkoşîna xwe ya edaletê kir. Ligel hemû astengiyan jî, em ê dest ji daxwaza xwe ya mafdar bernedin. Daxwaza me ya edaletê di roj 18’emîn de dewam dike.”    Ji bo hevdîtinê radiwestin   Malbat piştî ziyaretê hat Edliya Rihayê û xwest bi dozgerê dosyayê re hevdîtin bike. Ji bo hevdîtina saet 16.00’an a bê lidarxistin, malbat li avahiya edliyê radiweste.