Abdullah Ocalan: Divê ez hevdîtinê bi parêzerên xwe re bikim 2021-03-26 12:56:34     RIHA - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têkildarî  hevdîtina do ya bi birayê xwe Mehmet Ocalan re da zanîn ku ew hevdîtineke bi vî rengî qebûl nake û got:"Dewlet şaş dilîze, hûn jî. Ev ne hiqûqî ye, ev ne rast e. Ez dixwazim parêzerên min werin vir û ez hevdîtinê bi wan re bikim."   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind bi şertên tecrîda girankirî re rûbirû ye. Abdullah Ocalan herî dawî di 27’ê Nîsana 2020’an de cara yekem bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin pêk anîbû. Piştî 27’ê Nîsanê duh jî Ocalan bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê hevdîtinek pir kin pêk anî. Mehmet Ocalan diyar kir ku di kêliya hevdîtinê de telefon hatiye qûtkirin. Her wiha Hamîlî Yildirim ê li gel Abdullah Ocalan dimîne jî hevdîtinek kurt kir û telefona wî jî hatiye qûtkirin. Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar jî yên li gel Ocalan dimînin bi helwesta protestokirina tecrîdê hevdîtinê red kirin. Mehmet Ocalan têkildarî hevdîtina 4-5 deqeyan de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    Bi tena serê xwe li odeyê bû    Mehmet Ocalan diyar kir ku kesek ku xwe wek Midurê Girtîgeha Îmraliyê daye nasîn di 24’ê adarê de saet di 18.00’an de lê geriyaye û wiha got: “Ji min re gotin divê roja 25’ê adarê saet di 13.45’an de biçî Serdozgeriya Komarê ya Rihayê û bi birayê xwe re hevdîtinê bikî. Ez serê sibehê çûm Rihayê û di wê saetê de jî çûm edliyeya Rihayê. Rayedarên wir jî haya wan ji hevdîtinê hebûn. Piştî 10 deqîqeyan min birin qata jêrê û li odeya ku tenê xebatkarek hebû. Ji min re gotin tu yê li vê odeyê bi kekê xwe re hevdîtinê bikî.”    'Dewlet jî şaş dileyîze û hûn jî'   Mehmet Ocalan anî ziman ku telefon lêdaye û bi vekirinê re kekê wî Mehmet Ocalan jê ev pirs kirine: “Tu çawa hatiyî vir? Kê te aniye? Çawa çêbû? Tu ji ku digerî?” Mehmet Ocalan derbarê hevdîtinê de axaftina xwe domand: “Kekê min got ‘Ji van tiştên diqewimin re hem tu hem jî dewlet xeletiyê dike. Sedema wê ev e; Ev salek e bi tu awayî hevdîtin nayê kirin. Tiştê tê kirin ne di hiqûqa dewletê de ne jî di tu hiqûqekê din de heye. Hatina te pir xeletî ye û pir talûke ye. Dewlet jî pir talûke ye. Ev ne tiştekî rast e. Heke hevdîtinek bibe divê di çarçoveya hiqûqî de bibe. Piştî salekê li ser daxwazên wan bi rêya telefonê hevdîtin nabe.’ Serok dubare dubare got ‘Ev tiştê hûn dikin pir şaş e. Dewlet jî şaş dileyîze û hûn jî. Ev ne hiqûqî ye, ne rast e jî. Ev yek qet û qet nayê qebûlkirin. Ev yek di heman demê de pir talûke ye. Gelo hûn di ferqa wê de ne ku çi dikin? Ez dixwazim parêzerên min werin vir û bi min re hevdîtinê bikin. Ev ne tiştekî hiqûqî ye. Ev 22 sal in li vir im. Ev pirsgirêk di siberojê de wê çawa bibe? Ev pirsgirêk encax bi hiqûqî dikare were çareserkirin. Çima nayên vir? Heke hevdîtinek bibe jî divê bi parêzeran re bibe. Çimkî ev rewş hem siyasî ye hem jî hiqûqî ye.”    'Ez naxwazim kes ji bo min bimire'   Mehmet Ocalan destnîşan kir ku armanca hatina wî ya hevdîtinê jî yek jê ew bûye ku ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehan berdewam dikin e û wiha got: “Serok got ‘Ez naxwazim kes ji bo min di greva birçîbûnê de û di zindanan de bimire. Min ev berê jî gotibû, niha dîsa dibêjim. Ne hewceyî vê yekê ye jî. Ev tiştek gelek giran e. Divê hûn vêya li ber çavan bigirin.’ Em nêzî 4-5 deqîqeyan axivîn. Dengek pir zirav bû. Ez bawer im dengê Serok bû. Serok ji min re got ‘Êv hevdîtinek pir şaş e. Ev ne hevdîtin e.’ Piştî wisa got telefon qut bû.”    Telefon qut bû   Mehmet Ocalan destnîşan kir ku li ser qutbûna telefonê ji rayedarên li wir amade bûne re rewş ragihandiye û wan jî xwestiye ew bisekine û wiha domand: “Pişt re telefonek din jî hat. Yê geriya kesek din bû. Ji min re got divê tu bisekinî û divê ez wir neterikînim. Nêzî 10-15 deqîqeyan sekinîm. Pişt re min got telefon nayê. Min ji rayedarên wir re jî ragihand. Pişt re ji min re gotin ku hevdîtin qediyaye.”    'Mafê me jî yê zagonî û demokratîk heye'   Mehmet Ocalan bang hem li dewletê kir hem jî li her kesê xwedî bi wijdan kir û wiha got: “Tiştên diqewimin qet nayên qebûlkirin. Di zindanê de mafê însanekî yên demokratîk û zagonî hene. Li gorî zagonên Tirkiyeyê ji 15 rojan carekê mafê me yê hevdîtinê heye. Me di telefonê de hevdîtin kir. Ew jî 4-5 deqîqe berdewam dike. Her hefte mafê hevdîtina parêzeran heye. Salek e hevdîtin nehatine kirin. Ev li kîjan devera cîhanê heye? Me rûbirû hevdîtin nekiriye. Ev antîdemokratîk e. Ev li gorî hiqûqa tirk jî nayê qebûlkirin. Em ji vir carek din bangî CPT, Konseya Ewropa, parêzvanên mafê mirovan, rewşenbîr, însanên demokrat dikin. Divê tavilê ev pirsgirêk were çareserkirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Divê ev yek nebe rewşek pêkenokî. Heke em welatiyê vir bin, mafê me jî yê zagonî û demokratîk heye. Em dixwazin ev mafên me werin nasîn.”    '22 sal in dewlet Serok di girtîgehê de radigire'   Mehmet Ocalan anî ziman ku tiştên diqewimin êdî nayê birêvebirin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Berpirsiyar kesên Serok radestî Tirkiyê kirine jî heye. Ez bang li wan jî dikim. Divê tavilê malbat û parêzer dikaribin biçin hevdîtinê. Bi hezaran însan di greva birçîbûnê de ye. Ev 22 sal in dewlet Serok di girtîgehê de radigire. Hevdîtina 4-5 deqîqeyan pêkenok e. Serok di navbera gelan de pirek e. Mafê tu kesî nîne ku vê pire hilweşîne.”