‘Nêzîkatiya li hemberê Ocalan nêzîkatiya li hemberê Gelê Kurd e’ 2021-03-26 12:54:08     AMED - Siyasetmedarên jin bertek nîşanê tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û destnîşan kirin ku nêzîkatiya li hemberê Abdullah Ocalan nêzîkatiya li hemberê Gelê Kurd e û wiha gotin: “Banga birêz Ocalan a ji bo aştiyê netewperestan ditirsîne û dixwazin hemû rêyên çareserî û aştiyê bigirin. Li ser Abdullah Ocalan tecrîdek bi awayekî kêfî tê kirin.”   Li ser medya civakê derbarê tenduristî û ewlehiya jiyana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hin îdia hatibûn belavkirin. Li ser vê yekê Buroya Hiqûqê ya Asrinê û malbatê bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk hatiye. Buroyê got, Mehmet Ocalan çûye Edliyeya Rihayê û bi rêya telefonê bi birayê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk aniye. Piştî vê yekê telefon hatiye qût kirin.  Mehmet Ocalan, têkildarî hevdîtin bi rêya telefonê axivî. Mehmet  Ocalan, destnîşan kir ku hevdîtin hatiye sabotekirin û ji ber vê fikarên wan zêde bûne. Siyasetmedarên jin bertek nîşanê vê yekê dan û diyar kirin ku li Îmraliyê muameleyek kêfî tê kirin û van vê yekê qebûl nakin.   ‘Tecrîdeke bi awayekî kêfî tê kirin’   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA)ê Arzû Karaman diyar kir ku Abdullah Ocalan bi serekê Rêberê Gelê Kurd û rêberê hemû gelên bindestan e û got: “Fikr û îdeolojiya birêz Ocalan ji aliyê cîhanê ve hatiye pêjirandin. Birêz Ocalan di netewa demokratîk de bi israr bûye û bê cuda bûn ji bo hemû nîjadan jiyanek wekhêv û demokratîk saz kiriye. Ji sala 1999’an heya niha li ser birêz Ocalan tecrîdek bi awayekî kêfî tê kirin. Di şexsê Tirkiyê de hemû dewletên netew bi helwesta xwe ya li hemberê Îmralî sûc dikin. Lewra helwesta me ya li dijî tecrîdê hemû dewletan dixe nav xwe. Di şexsê îmraliyê nêzîkatiya li ser hemû girtîgehan nayê qebûl kirin. Ji bo ku zêdetir ew sûc xwe giran neke divê bi demildest tecrîd bê rakirin û daxwazên girtiyên sîyasî bêne cîh.”   ‘Nêzîkatiya li hemberê Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin'    Azrû destnîşan kir ku pêwîst e ku CPT erka xwe bîne cih û wiha axivî: “Divê binpêkirinên mafên girtîgehan bê sekinandin û ji çalakiya grevên birçîbûnê re bê bersiv. Em wek Gelê Kurd û bi taybetî jî jinên kurd vê tecrîdê qebûl nakin. Nêzîkatiya li hemberê birêz Ocalan nêzîkatiya li hemberê Gelê Kurd e. Di Newroza 2021’an de Gelê Kurd bersîva xwe ya li hemberê vê nêzîkatiyê baş da. Divê şandeyek bi lezginî biçe Îmraliyê û malbata wî pê re hevdîtin bike. Êdî pêdîviya gel bi aramiyê heye. Hevdîtina bi birêz Ocalan a bi telefonê bi awayekî kêfî hate qût kirin. Ev nayê qebûl kirin. Nêzîkatiyel li hemberê Rêberê Gelê Kurd nayê qebûl kirin. Birêz Ocalan ne tenê şexsekî  ye, di heman demê de gel e. Daxwaza me ev e ku ji muameleyên kêfî re bi dawî bînin û rêya aştiyê vekin.”   ‘Banga Ocalan netewperestan ditirsîne’   Aktîvîsta TJA’ê Diyar Ozer jî bilêv kir ku li Îmraliyê hiqûq tê binpê kirin û wiha got: “Wekî hûn jî dizanin li ser Birêz Ocalan tecrîdek girankirî heye. Rayedar jî ev rewşê dixin rewlşekî aswayî. Kengê ji aliyê civakê zextek çêbe hevdîtinek kurt tê kirin û diqedînin. Ev awayekî kêfî û li dij hiqûqî ye. Birêz Ocalan jî di hevdîtina telefonê ya duh bi birayê xwe re pêk anî de destnîşan kir ku nêzîkatiya li hemberê Îmraliyê lidîj hiqûqê ye û piştre telefon hate qût kirin. Ew jî giranbûna polîtîkayê tecrîdê nîşan dide û di heman demê sîyaseta ku tê meşandin xwe li her dere sepandiye. Qisma netewperest nahêle ku nerîn û nirxandinên ji xeynî çarçoveya wan de xwe biteyisîne civakê. Banga birêz Ocalan a ji bo aştiyê netewperestan ditirsîne. Lewma li ser birêz Ocalan tecrîdek wisa girankirî tê meşandin û nayê xwestin bi derveyî re têkilî nayîne.”   ‘Daxwazên Gelê Kurd paş guh dikin'    Diyar bal kişand li ser helwesta CPT û wiha got: “CPT xwe ji têkiliyên dewletan a siyasî dûr naxe ango serbixwe tevnagere. Ev demek dirêj e CPT ji bo Îmraliyê de ne di tevgerekê de ye.  Rewşa Îmraliyê di raporên xwe de jî cig digire. Lê tevî van yekan bêdengiya xwe diparêze. Bi polîtîkayê tecrîdê dixwazin lêgerînên ji bo aştî û siyasetek demokratîk bigirin. Ji aliyê civak û sîyasetê de qeyranek mezin heye. Divê çareseriyek bê dîtin. Daxwazên Gelê Kurd bi şer û helwestên netewperest dixwazin paş guh de bê hiştin. Van hemû grêdayî polîtîkayê tecrîdê ne.”   ‘Bi listîkên biçûk dixwazin li ser pirsgirêkan bigirin’   Herî dawî jî Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Seval Gulmez jî destnîşan kir ku hevdîtina dawî ya bi telefonê ji bo qût kirina dengê Gelê Kurd e û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Birêz Ocalan bi awayekî cidî tê meraq kirin û ev rewş bi vî awayî li ser Gelê Kurd hêrsek pêk tîne. Hikûmet jî hay ji vê esasê heye û bi listîkên biçûk dixwaze li ser pirsgirêkên qerase bigire. Ev hevdîtina dawî jî nîşan dide ku Tirkiyê ji bo mafên mirovan re çiqas qels e. Hikûmet bila baş bizanibe ku çiqwas di pêvajoya çareseriyê de listîkan lîstibe jî nêzikatiyên ku niha dike nayê qebûl kirin. Divê hemû rêxîstinên sîvîl û partiyên siyasî deng derxînin û li dijî bê hiqûqîyê bê derketin.”