Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê koma 50'emîn dewr girt 2021-03-26 12:41:24     MEXMÛR - Li Wargeha Mexmûrê gireva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar li saziya Malbatên Şehîdan hat destpêkirin, ji aliyê koma 50'emîn ve hat dewrgirtin.   Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Ji bo tevlîbûna pêvajoyê li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclisa Îştar li saziya Malbatên Şehîdan çalakiya gireva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê îro bi merasîmekê hat dewrgirtin.    Li ser navê çalakvanan Mehmûd Zêwkî axivî û got: “Di serî de em hefteya qehremantiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Her kes viya dizane rojane em li ser rewşa heyî nîqaş dikin, ji bo wê jî weke wargeh pêwîste em bi rol û misyona xwe rabin di nava pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de û bi awayekî fîzîkî rêbertiya xwe azad bikin. Bersiva herî xurt jî serkeftina Garê û çalakiyên 8’ê Adarê û Newrozê bûn. Ev serkeftina Gelê Kurd jî hişt ku dijminê kurdan gavekê xapînok bavêje û paş de bireve. Ji her demê zêdetir îro pêwîstiya me bi ruhê berxwedanê heye da em bikaribin dewleta Tirk a dagirker têk bibin. Li ser wê esasê jî em serkeftinê ji bo koma 50'emîn dixwezin.”   Merasîm bi dirûşma “ Bijî Serok Apo” , “ Bê serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zîndanan” bi dawî bû.