'Peymana Stenbolê ewlehiya jinên girtî ye' 2021-03-26 09:58:55   NAVENDA NÛÇEYAN - CISST a ku têkildarî vekişandina Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê daxuyanî da diyar kir ku tundî li girtîgan li jin û LGBTİ+'yan tê kirin û hat gotin Peymana Stenbolê ewlehiya jinên girtî û LGBTİ+'yan e .    Komeleya Civaka Sîvîl a di Sîstema Înfaza Cezayê de  (CİSST), têkildarî vekişandina Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê daxuyanî da.    'Em ji vekişdandina ji Peymana Stenbolê bi fikar in'   CISST'yê diyar kir ku vekişandina ji Peymana Stenbolê di warê tundiya li ser jinên girtî, zarokên keç û LGBTİ+'yan dibe sedema fikaran û got Peymana Stenbolê ewlehiya jinên girtî û LGBTİ+'yan e.    'Gefan li peymanê din jî dide xwarin'   Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin vekişandina ji peymaneke wiha navneteweyî gefan li peymanê din jî dide xwarin û hat gotin divê maf û azadiya girtiyan û herkesî bê cudatî têkeve bin ewlehiyê.