Tîma Voleybolê ya Jinan a Baroya Amedê ji bo musabakayan xwe amade dike 2021-03-26 09:07:09   Şehrîban Aslan   AMED - Parêzer Merve Guneş ya di tîma voleybolê ya Baroya Amedê de cih digire da zanîn ku di pêvajoyên pêş de wê tevlî musabakayan bibin û gotin di vê mijarê de bi îdiane.   Parêzerên jin yên Baroya Amedê di nava xwe de tîma voleybolê ava kirin. Tîma ku hat avakirin ji aliyê parêzeran ve eleqeyek mezin dît û roj bi roj tevlîbûn zêde dibe. Yek ji parêzerên baroyê û di tîmê de cih digire Merve Guneş, da zanîn ku avakirina tîmê fikra hevpar a jinan bû.   ‘Baro piştgirî da me’   Merveyê destnîşan kir ku bi çend parêzerên ku voleybolê dilîstin re hatine gel hev û fikrek wisa derketiye holê û ev tişt anî ziman: “Me beriya pandemiyê tîm ava kir. Fikra vê wisa derket holê. Em çend hevpîşeyên jin hatin gel hev û me got divê tîmeke voleybolê hebe. Piştî vê me biryara avakirinê da. Em ketin tevgerê me û fikra xwe ji serokê baroyê Cîhan Aydin û endama Lijneya Rêveberiyê Gazal Bayram Koluman re ragîhand. Ew jî bi qasî me kelecanî bûn. Em ketin tevgerê. Me saha amade kir, forma xwe amade kirin. Baroyê piştgirî da me.”   ‘Em pê stresê jî davêjin’   Merveyê diyar kir ku li dijî stresa ku her roj li edliyê, girtîgeh û qereqolan dijîn tiştek wisa fikirîne û wiha berdewam kir: “Ev faliyeta sporê ji bo me gelek baş bû. Em pê stresê jî davêjin. Karê me pir bi stres e. Me xwest ku qadeke ku em pê stresê bavêjin hebe. Em êvarê li salonê tên gel hev û ruyê me hemûyan dikene. Em bi enerjiyek bilind tevlî antremanan dibin.”   ‘Antremanên me her hefte tên kirin’   Merveyê daxuyakirin ku xebat her hefte didomin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tîma me nû nû ava dibe. Em xwe bi lez pêş dixînin. Bêguman em bi vê sînor namînin. Di navbera baroyan de musabaka pêk tên. Baroyên Stenbol, Enqere û Îzmîrê her sal turnuvayan pêk tîne. Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê jî du salan carê musabakayan amade dike. Armanca me ev jî tevlî van musabakayan bibin. Em bi îdiane.”   ‘Baroya me ji gelek tiştî re pêşengî kir’   Merveyê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li Tirkiyeyê tîmên her baroyê tune ne. Li bajarên mezin hene. Bi taybet tîmên voleybolê tune ne. Baroya Amedê di her mijarê de bi taybet ji bo baroyên herêmê di gelek mijarê de pêşengiyê dike. Hejmara me 20 derbas kir. Me li ser çapemeniya civakî îlan kir û hevpîşeyên me xwe gîhandin me û gotin em jî tevlî dibin. Em bi lez mezin dibin. Em gelek kêfxweşin.”