ROJEVA 26'Ê ADARA 2021'Ê 2021-03-26 09:00:00   * Li dijî betalkirina Peymana Stenbolê bertekên jinan didomin. Jinan destnîşan kir ku kuştina jinan polîtîk e û gotin: "Ji xwe berê jî Peyman Stenbolê nedihat pratîzekirin û niha yek car peyman betal kirin. Ev tişt nîşan dide ku jiyana jin û zarokan êdî ne di ewlehiyê de ne." BI DÎMEN    * Divê jin di têgehên wekê modernbûn, pêşvebirin, netewbûn, sosyalîzm û mafên mirovan de neyên helandin. Ger em di van têgehan de li jinan binêrin tişta derbarê jinê de ya esas dikare bê windakirin. Li her derê cîhanê têkoşîna jinan hêz û cesaretê dide me. Belkî jî ya divê em bikin, ya esas neyê windakirin û bi vî awayî berxwedan bên dîtin." NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ    * Jinên li qadên Newrozê bang kirin ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin, diyar kirin ku tecrîdê bandor li ser hemû civakê kiriye û ji bo rakirina tecrîdê banga têkoşîna hevpar hat kirin. BI DÎMEN    * Jinên Bazidê bertek nîşanî doza girtina HDP'ê dan û gotin: "AKP îradeya Gelê Kurd tune dihesibîne, li dijî wê yekê divê em jî piştgiriyê bidin HDP’ê." BI DÎMEN    *Parêzer Merve Guneş ya di tîma voleybolê ya Baroya Amedê de cih digire da zanîn ku di pêvajoyên pêş de wê tevlî musabakayan bibin û gotin di vê mijarê de bi îdiane. DÎMEN HEYE   *Zeynep Mete ya ku di 16'ê Adarê de ji Girtîgeha Tîpa F ya Sîncanê hat tahliyekirin, anî ziman ku di girtîgehan de li ser girtiyan zext û gefên mezin hene û got: "Girtî li dijî tevcrîd pêkanînên dijmirovî di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Ji bo ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin divê gelê me hemû rabe ser piyan." DÎMEN HEYE