Mehmet Ocalan: Hevdîtin hat sabotekirin, fikarên me zêde bûn 2021-03-25 18:30:22     RIHA - Mehmet Ocalan ku bi telefonê bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re axivî, got: "Hevdîtin hat sabotekirin. Fikarên me zêde bûn."   Mehmet Ocalan, îro li Edliyeya Rihayê bi telefonê bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re axivî. Di dema hevdîtinê de telefon qut bû.   Mehmet Ocalan, têkildarî hevdîtin bi rêya telefonê axivî. Mehmet  Ocalan, destnîşan kir ku hevdîtin hatiye sabotekirin û ji ber vê fikarên wan zêde bûne.   Mehmet Ocalan got: "Ma hevdîtin û 4-5 deqeyan be? Tiştekî baş ku mirov bibêje tune ye. Me nekarî em biaxivin. Fikarên me zêde bûn."