Li Mexmûrê greva birçîbûnê 98 roj in didome 2021-03-25 18:22:08     MEXMÛR - Li Wargeha Mexmûrê gireva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar li saziya Malbatên Şehîdan hat destpêkirin, bi koma 49’emîn re dewam dike.   Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Ji bo tevlîbûna pêvajoyê li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclisa Îştar li saziya Malbatên Şehîdan çalakiya gireva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê 98 roj li dû xwe hişt.   Çalakiya gireva birçîbûnê her roj ji aliyê gel ve bi awayek girseyî tê ziyaretkirin û gel bi sitran û helbestên xwe moralekî mezin dide çalakvanan. Her wiha dem dem tendirûstiya çalakvanan ji aliyê saziya tendirûstiyê ve tê çavdêrkirin.   Li ser navê gelê wargehê Meryem Adanmiş axivî û got: “Em piştgîrî didin çalakiya greva birçûbûnê û wan silav dikin. Armanca çalakiya gireva birçîbûnê diyar e. Ji bo dem dema azadiyê ye, ji bo bi awayekî fizîkî azadkirina Rêber Apo ye. Coşa Newrozê li her çar perçê Kurdistanê û derveyî welat bersiv da dijmin. Serkeftina Gelê Kurd diyar bû. Wê serkeftin ya me be, ya Gelê Kurd be.   Li ser navê çalakvanan jî Mihemed Mijînî axivî û got: ‘’Li ser navê koma 49’an em xêr hatina we dikin. Armanca vê çalakiyê diyar e. Em  ji bo Rêbertiya xwe vê çalakiyê li dar dixin. Dewleta Tirk ne tenê bi serê Serokatî van tiştan tîne, heman demê tîne serê tevahî gelê bindest. Em di şexsê Tirkan de vê tiştê şermazer dikin. Serokatî ne însanekî ji rêzê ye. Giringîya vê rojê diyar e.’’   Piştî axaftinan dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî serok Apo” hat berzkirin û stran hatin gotin.