'Gotin di şewatê de miriye', lê derket holê ku hatiye qetilkirin 2021-03-25 16:36:06     Gulîstan Azak   AMED -  Li Bismilê hatibû îdakirin ku jinekê di şewata derketiye de jiyana xwe ji dest daye, lê derket holê ku ji aliyê mêrê pêre hatiye zewicandin ve hatiye qetilkirin.    Li navçeya Bismil a Amedê li taxa Akpinar di 19'ê Adrê de hatibû diyarkirin ku ji ber ceryanê li malekê şewat derketiye û hat îdakirin ku Bedîa Akdogan (51) di encama şewatê de jiyana xwe ji dest daye.   Lê di encama otopsiya ku hat kirin de aşkera bû ku Bedîla bi lêdanê hatiye qetilkirin.    Piştî rapora otopsiyê mêrê bi bedîayê re zewicîbû Cevzet Aydogan, sûcê xwe îtîraf kir û gotku wî Bedîayê qetil kiriye û ji bo ku sûcê xwe veşêre jî xanî daye ber agir.   Kiryar Cevzet Aydogan, hat girtin û şandin girtîgehê.   Hat diyarkirin ku lêkolîna derbarê bûyerê de dewam dike, dayika Bedîayê, bav û xuşka wê jî berî bi 5 salan ji aliyê mêrê xuşka wê pê re hat zewicandin ve hatibûn kuştin.