Dayikên Şemiyê li ber edliyê ne: Ya tê darizandin lêgerîna me ya heqîqetê ye 2021-03-25 15:34:22   STENBOL - Dayikên Şemiyê û parêstvanên mafn, beriya daneşîna doza wan ku bê dîtin ji Çaglayanê bang ki raya giştî kirin û gotin, "Di vê dozê de lêgerîna me ya heqîqet û edaletê tê darizandin. Edliye ji bo belavkirina edaletê hene ne ji bo ku kesên edaletê dixwazin bêdeng bikin."   46 Dayikên Şemiyê yên ku di 2018'an de xestibûn li eqûbeta xizmên xwe bipirsin û li Qada Galatasarayê kom bûn di hefeteya çalakya xwe ya 700'emîn de ji aliyê Qeymeqamtiya Beyogluyê e çalakiya wan hatibû qedexekirin û 46 Dayikên Şemiyê û parêstvanên mafan ku hatibûn binçavkirin, beriya daneşîna doza wan ku wê li 21'emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Çaglayanê bê dîtin li gel Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li ber Edliyeyê daxuyanî dan.  Li gel parlamentera DHP2ê Oya Ersoy û Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa, "Di vê dozê de lêgerîna me ya heqîqet û edaletê tê darizandin" hat vekiirin.    'Kesên bên darizandin ne em in'   Di destpêka daxuyaniyê de dayika Murat Yildiz ê ku berî bi 26 salan di bin çavan de hat windakirin Hanîfe Yildiz axivî û got, "Cihê me ne evder, Qda Galatasarayê bû. Hem em ji cihê me, ji windayên me û hem jî em ji hevalên me qetandin .Em dizanin ku em çi dikin. Êrîşî çalakiya me ya aştiyane kirin û em ji qada me dûr xistin. Cihê gorê nîşanî me nedabûn me ew der wekî gor qebûl kiribû. Em dozdarin ne kesên bên darizandinin."   'We kîjan kiryar darizand'   Piştre Hevserokê ÎHD'ê Ozturk Turkdagoan axaftin kir û got, "Dayikên Şemiyê û parêstvanên maf bi awayê kêfî tên darizandin. Kesê gilî kiriye em in û yên li windayên xwe û li edaletê digerin jî em in. We kîjan kiryar girt û darizand?"   'Edliye ji bo belavkirina edaletê heye'   Piştî axaftinan metnê daxuyaniyê ji aliyê keça Femî Tosun ê ku di bin çavan de hat windakirin û yek ji kesên tê darizandin e Jiyan Tosun xwend. Jiyan wiha got, "Edliye ji bo edaletê belav bikin hene, ne ji bo kesên edaletê dixwazin bêdeng bikin. Em wekî malbatên kesên winda û parêstvanên maf li vir in."   'Qda Galatasarayê parçeyek ji jiyana me ye'   Jiyan diyar kir ku kesên bên darizandin ne ew in û wiha dawî li axafitna xwe anî, "Em vê sûcdarkirinê qebûl nakin û dest ji Qda Galatasarayê bernadin. Qada Glatasarayê parçeyek ji jiyana me ye. Dema ku em li xizmên xwe yên winda digeriyan em li wê qadê kal û pîr bûn. Zarokên me li wê qadê mein bûn û neviyên me li wê qadê hatin dinê. Qda Glatasarayê cihê qurnefîlên me ku me nikaribûn bibira ser goran û li wê datanîn bû. Berdêla wê çi dibe bila bibe em dest ji wê qadê bernadin."   Piştî daxuyaniyê Dayikên Şemiyê û parêstfanên maf derbasî edliyê bûn û li ber eywana daneşînê rawestiyan.