Emîne û Ferît Şenyaşar hatin binçavkirin 2021-03-25 14:52:35     RIHA - Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyayar ku 17 roj in li ber Edliyeya Rihayê di nabeta 'edaletê' de ne hatin binçavkirin.    Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyayar ku 17 roj in li ber Edliyeya Rihayê di nabeta 'edaletê' de ne, polîsan serê sibehê êrîşî wan kir û dowîz û pankartên ku vegikirbûn desteser kirin.   Herwiha di saetên nîvor de jî Hevserokê Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Oztur, Hevserokên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir bi armanca piştevaniyê çûbûn serdana Emîne û lawê wê Ferît ên di çalakiya nobeta edaletê de.   Piştî ku heyeta KCD û DBP'ê serdana xwe qedand û ji cihê çalakiyê veqetiya polîsan vê carê jî Emîne û lawê wê Ferît binçav kirin.