Bertekên li dijî feshkirina peymanê didomin:Divê em xwe rêxistin bikin 2021-03-25 09:06:38   ENQERE - Jinan bertek nîşanê feshkirina Peymana Stenbolê dan û gotin desthilatdarî ji bo kuştina jinan zêde bibe ev peyman fesh kiriye û balkişandin ser girîngiya têkoşînê û gotin xwedî li mafên xwe derkevin.   Peymana Stenbolê ku salek bû ji aliyê AKP û MHP’ê ve dihat xwestin bê fesihkirin di şeva 19’ê Adarê de bi Biryarnameya Serokomariyê hat feshkirin. Piştî vê li Stenbol, Enqere, Îzmîr û gelek bajarên din bi hezaran jin daketin qadan û fesihkirina peyman protesto kirin. Jinan di şeva 21’ê Adarê de çalakiya dengderxistinê pêk anîn û gotin wê çalakiyên wan bidomin û Peymana Stenbolê bidin jiyîn.   Jinên li Enqereyê bertek nîşanê feshkirina peymanê dan û navnîşana berxwedanê jî qad nîşan dan.   ‘Peyman pêk nedihat’   Rozerîn Urper bi lêv kir ku piştî feshkirina peymanê desthilatdariyê jî berxwedana li qadan şopandiye û got: “Peyman ji xwe pêk nedihat. Desthilatdariyê digot ‘dema peyman heye jî jin tên qetilkirin’. Ji ber peyman pêk nedihat jin dihatin qetilkirin. Divê demildest dest ji feshkirinê bê berdan. Pêkhatina Peymanê tê wateya pêşîgirtina li şîdetê û tê wateya dayîna cezayên bi bandor. Gele jin dikarin bi vê re bi riyên hiqûqî pirsgirêkên xwe çareser bikin.”   ‘Em jiyanek azad û wekhev dixwazin’   Rozerînê daxuyakirin ku ne tenê peymanê, ew jiyaneke azad û wekhev jî dixwazin û got: “Em ji bo vê têdikoşin. Em li her derê jiyanek wekhev û azad dixwazin. Divê Peymana Stenbolê bê qebûlkirin.”   ‘Pêlê damara jinan dikin’    Elçîn Oz jî bertek nîşan da û got yekane îcrata rast a AKP’ê Peymana Stenbolê bû û wiha pê de çû: “Tirkiye bi delegasyonekê çû peymanê. Li welatekî ku her roj jin tên qetilkirin, peyman gelek girîng bû.  Lê di vê rewşê de behsa feshkirina peymanê kirin. Di vê pêvajoyê de bi peymana Stenbolê re pê lI damara jinan dikin. Jin xwedî li peymanê derdikevin û wê derkevin jî.”   ‘Hiqûq tunehesibandin’   Elçînê wiha berdewam kir: “Feshkirina peymanê dijhiqûqiyek mezine. Ev bi biryarnameya serokomariyê pêk hatiye. Hewl didin welat fêrî biryarname û pêkanînên dijhiqûqî bikin. Doza li HDP’ê hatiye vekirin û xistina parlamenteriya Omer Faruk Gergeroglu dijhiqûqiyek mezine. Em ê mafên xwe biparêzin. Ji bo jin bijîn em ê têbikoşin.”   ‘Desthilatdarî hewl dide pêkanînên xwe normal bike’   Eylem Ozkan jî destnîşan kir ku bi armanca kuştina jinan zêde bibe peyman hatiye feshkirin û wiha dawî lê anî: “Bi vê re wê kuştin û şîdeta li ser jinan zêde bibe. Mirov êdî vê normal dibînin. Berê dema jinek bihata kuştin her kesî bertek nîşan dida lê niha bertek jî nîşan nadin. Desthilatdarî vê normal dike. Divê jin xwe rêxistin bikin, heta dawî şoreşa jinê biparêzin.”