Emîne Şenyaşar: Tenê edalet dikare birînên min derman bike 2021-03-25 09:03:26   Sema Çaglak   RIHA - Emîne Şenyaşar a ku bûye navê daxwaza edaletê wiha dibêje "Ev çi sîstem e çi hiqûq û edalet e. Edalet kengî mir, edalet kengî kor û ker bû? Çi kirin ji edaletê  çima deng jê nayê.  Çima qêrîna me nabihîzin? Ez dev ji nobeta xwe bernadim heta ku edaletê bînim vî welatî. Tenê edalet dikare birînên min derman bike."   Bi salan e li ser xaka ku ji mirovahiyê re dergûşî kiriye xwîn hatiye rijandin. Ev erdnîgariya ku bi xwîn û berxwedanê xwe şên kiriye bûye warê êş, kul û têkoşînê.  Ev rihê berxwedanê mîrateya têkoşînê herî zêde daniye ser milên jinan. Di cewhera jinê de heqîqet, hezkirin, edalet, aştî, azadî û têkoşîn heye. Emîne Şenyaşar a ku bûye navê daxwaza edaletê wiha dibêje "Heke edalet xistibin binê erdê jî ez jê derxînim."   Li navçeya Pirsûs a Rihayê beriya hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an  di 14'ê Hezîranê de parêstvanên parlamanterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn û di encamê de Haci Esvet Şenyaşar, zarokên wî Adîl û Celal Şenyaşar qetil kiribûn û Fadil, Mehmet û Ferît Şenyaşar jî hatibûn birîndarkirin. Piştî vê Yekê Fadil Şenyaşar jî hate girtin. Ji bo ku bûyer bê ronîkirin û kiryar bên darizandin Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ji bo edalet bê bicihanîn di 9'ê Adarê de dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Li hemberî vê êşê zêmar û giriyê Emîne Şenyaşar nasekine. Hemû bîranîn, kêlî û jiyana Emîne li dora van bûyeran dizivire û hemû vîn dil û bedena wê tenê ji bo edaletê deng vede.   Ji bo daxwaza xwe ya edaletê tê binçav kirin   Malbata Şenyaşar di 12’ê îlona 2019’an de bi heman daxwazê li pêş Edliyeya Rihayê dîsa çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin û piştî ku dozger re hevdîtin kirin di heman rojê de çalakiya xwe bi dawî kiribûn. Di 16’ê kanûna 2020’î de jî Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar, bi daxwaza hevdîtinê çûbûn avahiya AKP’ê ya Rihayê lê li pêş avahiyê hatibûn binçavkirin. Piştî ku rojekê di binçavan de man Dayik Emîne û lawê xwe bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Lêpirsîna derbarê malbatê de hatibû destpêkirin piştre bi biryara neşopandinê bi encam bûbû. Rayedar li şûna dîmenên kêliya kuştinê û delîlên sûc kom bikin, malbata Şenyaşar binçav dikin.   Ji malbata Şenyaşar a ku dixwaze bi Serdozgerê Komarê yê Rihayê re hevdîtinê bike heta niha tu bersivên erênî nehatine dayîn. Emîne Şenyaşar di 15'ê Adarê de bi ideaya “li peywîrdarê cemaweriyê heqaret” kiriye hatibû binçavkirin. Dayik Emîne, piştî ku îfadeya wê hat girtin serbest hatibû berdan û careke din vegeriyabû pêş edlîyeyê û bi lawê xwe Ferît re çalakiya xwe berdewam kiribû. Lê vê gavê jî Dozgerê ku daxwaza hevdîtinê qebûl nake, ketina baxçeyê edliyeyê ji malbatê re qedexe kir. Lê tevî van yekan dîsa jî Emîne Şenyaşar û lawê xwe nobeta xwe berdewam dikin.   'Jiyana me ya berê xweş bû'    Emîne Şenyaşar a ku qala serpêhatiya xwe dike, awirên wê kûr diçin û hewil dide ku li jiyana xwe ya berê bifikire. Emîne, wiha diaxive: "5 kurê min û 2 keçên min hebûn. Berê jiyana me xweş bû, her kes bi karê xwe mijûl bû. Gava dibû êvar hemû zarokên min li dora min diciviyan. Me ji xwe re sohbet dikir wextê xwe xweş derbas dikir. Ji xwe re serê sibê diçûn dikana xwe karê xwe dikirin û êvarê dihatin. Lê niha kesekî min nema. Keça min a mezin nexweşîyek giran pê re peyda bû. 5 salan  em li ber derê nexweşxaneyan geriyan lê tevî hewildanên me jî keça min jiyana xwe jidest da. Keça wê ya biçûk jî ligel me ma û em wê mezin dikin."    ' Ez vê zilmê nikarim rakim'   Emîneyê bi dengekî girî û çavên tijî rondik got "Du lawên min û hevjînê min kuştin, lawê min ê din jî xistin girtîgehê." Emîne di berdewamiya axaftina xwe de wiha dibêje: "Ez vê zilmê nikarim rakim. Çavên min çûne, nexweşîna dil bi min re çêbûye. Ez çûme nexweşxaneyê derman dane min ku ez pê rehet bibim lê dîsa jî nikarim, ûjdan û kezeba  min nahêle. Tu tiştekî din nema ku bikin û ji me re ev birîn hiştin.  Herdu Kurên min jî gelek dihatin hez kirin. Pirsgirêka wan bi tu kesî re tune bû."   'Nehiştin ku kurên min siwarê ambulansê bikin'   Emîneya ku hûrgiliyên bûyerê hemû di hişê xwe de xêz kirine wiha dibêje: "Roja arîfeyê bû ez çûm ber dikanê li ber dikanê mirov kom bûbûn.  Dema ez ber bi mirovên kom bûbûn de çûm jinekê ji min re got 'Li zarokên te dan û hemû kuştin'. Ez û hevjînê xwe çûn dikanê. Hineka gotin 'Nerin wê we jî bikujin'. Min got bila bikujin. Ez dema çûm min dît birîndarên xwe birine lê herdu lawê min li erdê ne. Yên ku bûn sedema kuştina wan bi bafirokê hatin ew birin lê herdu kurên min li erdê man. Dema ambulans hatiye nehiştine lawên min li ambûlansê siwar bikin."   'Zaroka Celal her roj li bavê xwe dipirse'   Ji çavên Emîneya ku ji girî sor bûne rondik bariyan. Emîne hem digirî hem jî bûyerê vedibêje: " Ez ji sibehê heta êvarî digirîm. Zarokên Celalê min li erdê man. Her roj li bavê xwe dipirsin. Ev zilim nayê ravekirin, êdî em nikarin rakin. Piştre me lawên min rakirin nexweşxaneyê. Kurê min ê mezin got 'me nebin nexweşxaneyê, ew ê me bikujin'. Lê zarokên me birin nexweşxaneya em jî ketin pey şopa wan. Hevjînê min li ber çavên min kuştin. Du zarokên  min jî li nexweşxaney kuştin. Bijîşk û hemşîreyên wê derê gelek bi bandor bûn gelek kes ji wan ji wir çûn. Xwîna zarokên min bi dîwarê nexweşxaneyê ve ma. Bi şevê dîwar boyax kirin û hemû qeydên nexweşxaneyê jê birin."   'Lawên min pir mirovên baş û bi merhamet bûn'   Emîne navberê dide û wek ev kêlî hemû li ber çavên wê zindî bibin tevdige. Mirov carinan li hemberî êşa dayikekê tu gotinê nikare bibîne. Me xwest kêmek be jî êşa dayika Emîneyê sivik bikin lê tu tevger û gotinên me êşa wê sivik nedikirin.  Piştre hevjîna Celal û keça wî hatin hundir. Hevjîna Celal got, " Dema ku bûyer pêk hat keça min 10 mehî bû." Keçika ku navê wê Rojda bû ji bûyeran bê fêm li derdora xwe bi pêlîstokan dilist û bi me re dibişirî. Emîne dibêje: "Lawên min pir mirovên baş û dilbirahm bûn. Hertim bi kesan re alikarî dikirin. Adîl hê nezewicîbû Celal jî nû zewicî bû. Hemû wêneyên zarokên min ji ber çavên min veşartine."   'Heke edalet xistibin binê erdê jî ez ê derxînim'   Emîne qala nobeta xwe ya edaletê jî kir û destnîşan kir ku heke edalet xistibin binê erdê jî ew jê derxîne û bibiryarbûn û israrbûna xwe ji bo edaletê wiha rave dike: "Lawê min û hevjînê min qetil kirin. Wekî ku ne bes be kurê min Fadilê jî xistin girtigehê. Ev çi sîstem e çawa hiqûq û edalet e. Edalet kengî mir, edalet kengê kor û kerr bû? Çi kirin ji edaletê çima deng dernaxine.  Çima qêrîna me nabihîze? Ez dev ji nobeta xwe bernadim heta ku edaletê bînim vî welatî. Bila baş bizanibin tu tiştek min , tu kesek min nema ye, tenê edalet dikare birînên min derman bike."