'Girtina HDP’ê ne hiqûqî ye, em qebûl nakin' 2021-03-25 09:01:47   Medya Uren   MÊRDÎN - Jinên Mêrdînê têkildarî girtina HDP'ê bertekên xwe nîşan dan û wiha gotin:"Girtina HDP’ê ne hiqûqî ye, em qebûl nakin. HDP nayê girtin, were girtin jî em ê partiyek din a kurdî vekin."   Di rojên borî de Serdozgerê Komarê yê Dadgeriyê Bekîr Guneş ji bo doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) da. Her wiha demek dirêj e bi hezaran xebatkarên HDP’ê hatin binçavkirin û di heman demê de biryara qedexeya siyasetê ji bo wan hat dayin. Li rex ku ev gef û êriş berdewam dikin me mîkrofon dirêjî jinên Mêrdînê kir. Jinên Mêrdînê berteka xwe ya li dijî êrişan nîşa kirin û gotin êriş bi ser nakevin.   ‘HDP gel e’   Behiya Aytekîn di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girtina HDP’ê û wiha got: “HDP partiyeke demokrat a ku wekhevî û aramiya gelan diparêze ye. Ew heq û heqiyê jî diparêze. Dixwazin darbe li demokrasiyê û heqiyê bidin. Me bi sedan şehîd dan. Ma em ê piştî wan şehîdan çawa dengê xwe bidin kesên bûne kujerên wan. Lê em ê li dijî van bêmafiyan bê deng nemînin. Ger partiya me bigirin em ê yeke din vekin. Hêviya me tucar naqede. HDP em in, HDP gel e.”   'Bi sedan HDP’yî di girtîgehan de ne'   Asya Bayik jî diyar kir ku ew tenê aşitiyê dixwazin û wiha got: “Em kurd aşitiyê dixwazin. Kesên aştiyê dixwazin dibin hedef. Girtina HDP’ê darbeyek û êrişek li dijî gelê kurd e. Girtiyên sîyasî bê heq û hiqûq di hundir de tên girtin. Bi sedan HDP’yî di girtîgehan de ne. Ev ji girtina partiyê xerabtir e. Dixwazin me lawaz bixin. Lê niha jî ev xebat tê meşandin wê sibe jî rexmê hemû êrişan xebatê bide meşandin. Ji ber ku HDP gel e. Heta em yek kurd bimînin jî em ê nasnameya xwe biparêzin.”   'Em dengê xwe tim didin HDP’ê'   Xurbet Temel jî wiha axivî: “Em dengê xwe tim didin HDP’ê. HDP em in. Ger ku HDP were girtin jî em ê dengên xwe bişewitînin. Em dengên xwe bi kar neynin. Ji ber ku bi me dikarin li me dixin. Dixwazin me bêhtir bixin. Lê ger HDP’ê bigirin jî em dengê xwe nadin kesekî din.”   'Girtina HDP’ê ne hiqûqî ye, em qebûl nakin'   Seediya Eres jî wiha axivî: “Kezeba me şewitiye êdî. Êrişên li ser me naqedin. Em ê bê guman dengên xwe bidin xwe. Em kurmanc in. Ev nasnameya me ye. Kesek nikare bi van êrişan me qezenç bike. Li dijî wê, wê bi hêrsa me rû bi rû bimînin. Girtina HDP’ê ne hiqûqî ye, em qebûl nakin.”   Şehdal Kaya got ew ê dengê xwe bidin wijdanê xwe. Ger HDP’e were girtin jî ew ê dengên xwe bi kar neynin êdî.   Mêrekî yê ku encumenê AKP’ê ye jî xwest bi ajansa me re biaxive  û wiha got: “Ez endamekî  AKP’ê me. Ji ber ku ez endam im jî pişta min heye ku ez îro dikarim bi we re biaxivim. Ez çiqas AKP’yîyek bim jî girtina partiyekî erê nakim Ev tucar nabe çareserî. Li dijî vê wê kurdan bêhtir hêrs bike.”   'HDP em in'   Gelek welatiyên din ên ku nexwestin navê xwe bidin jî wiha gotin: “HDP em in. Ger deriyê partiyê bigirin jî nikarin me bêdeng bikin. Em ê tim li ser lingan bin û em ê nasnameya xwe biparêzin.”