ROJEVA 25'Ê ADARA 2021'Ê 2021-03-25 09:00:00   *Jinên Mêrdînê têkildarî girtina HDP'ê de bertekên xwe nîşan dan û wiha gotin:"Girtina HDP’ê ne hiqûqî ye, em qebûl nakin. HDP nayê girtin, were girtin jî em ê partiyek din a kurdî vekin." DÎMEN HEYE   *Emîne Şenyaşar a ku bûye navê daxwaza edaletê wiha dibêje "Ev çi sîstem e çi hiqûq û edalet e. Edalet kengî mir, edalet kengî kor û ker bû? Çi kirin ji edaletê  çima deng jê nayê.  Çima qêrîna me nabihîzin? Ez dev ji nobeta xwe bernadim heta ku edaletê bînim vî welatî. Tenê edalet dikare birînên min derman bike." DÎMEN HEYE   *Jinan bertek nîşanê doza bi daxwaza girtina HDP’ê hatiye vekirin dan û diyar kirin ku HDP ne partiyeke nav e û got di pîrozbahiyên Newrozê de girse ji vê re bûye bersiv. DÎMEN HEYE   *Jinan bertek nîşanê feshkirina Peymana Stenbolê dan û gotin desthilatdarî ji bo kuştina jinan zêde bibe ev peyman fesh kiriye û balkişandin ser girîngiya têkoşînê û gotin xwedî li mafên xwe derkevin. DÎMEN HEYE   *Parêzer Çîgdem Sevîmlî ŞONÎM a ku li şûna jinê biparêze, davêje nav lepê şîdetê nirxand û balkişand ser hejmara serlêdana li Navendên Şopandin û Pêşîgirtina Şîdetê (ŞONÎM) û got sedema vê ev e ku jin ji ŞONÎM’ê bawer nakin.    * Ji Komeleya Jinan a Rosa, parêzer Gozde Ergîn diyar kir ku windakirina Gulîstan Doku parçeyeke ji ‘qirkirina jinê ye’ û got: “Sedema nedîtana Gulîstanê ev e ku naxwazin bê dîtin. Ji bo ku keseke din ji me kêm nebe em ê bi parastina xwe ya cewherî têkoşîna xwe bidomînin.”