ÎHD'ê derbarê darizandina Dayikên Şemiyê de daxuyanî da 2021-03-24 15:58:46   AMED - Şaxa ÎHD'ê ya Amedê derbarê darizandina 46 Dayikên Şemiyê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew li ber têkoşîna dayikan bi rêzdarî bejna  xwe ditewînin.    Dayikên Şemiyê di 25’ê tebaxa 2018’an de xwestibûn li Qda Galatasarayê çalakiya xwe ya 700’î li dar bixin. Polîsan xwe li çalakiya dayikan negirt, êrişî wan kirin û gelek ji wan binçav kiribûn û paşê berdabûn. Derbarê Dayikên Şemiyê de bi îdiaya “Li dijî qanûna civîn û meş xwepêşandanan ya jimara 2911’an derketine” doz hatiye vekirin. 46 dayik ji vê dozê tên darizandin û wê danişîna dozê sibê li Edliya Stenbolê were kirin. Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê têkildarî darizandina Dayikên Şemiyê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.    Serokê Komeleyê Abdullah Zyetûn di civînê de axivî û destnîşan kir ku ew li cem têkoşina edaletê ya Dayikên Şemiyê cih digirin û got: “Qada Galatasarayê û Abîdeya Mafên Mirovan a Koşûyolû yên me hemûyan e û em ê li wan qadan têkoşîna xwe ya maf û edaletê berdewam bikin.”    'Di bin çavan de kes winda kirin'   Piştre Rêvebera Komeleyê parêzer Gurbet Yavuz daxuyanî xwend û bi bîr xist ku di salên 90’î de ji ber êrişên hêzên dewletê û hêzên paramîlîter ên li ser navê dewletê tevger dikirin bi hezaran kes di binçavan de hatin windakirin. Gurbetê anî ziman ku Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan tevî hemû zextan jî çalakiyên xwe didomînin û li gel van pêkûtiyan jî dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedan. Gurbetê got çalakî û civînên Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan ne li dijî qanûnan e û xwest dayik ji dozê werin beraetkirin. Gurbetê diyar kir ku ew jî li gel dayikan wê têkoşîna xwe ya edaletê berdewam bikin û li hember têkoşîna wan bejna xwe ditewînin."