TJA'yê çû serdana çalakiya Emîne Şenyaşar 2021-03-24 15:46:19   RIHA - Aktîvîstên TJA’yê serdana nobeta “Edaletê” ya Emîne Şenyaşar kirin û diyar kirin ku ew li cem wê ne.    Serdanên ji bo piştevaniya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar ên 16 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobeta “edaletê” li dar dixin didomin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) serdana Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferîd Şenyaşar ên di çalakiyê de ne kirin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun, Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Amedê Sevval Gulmez jî di nav de gelek aktîvîstên TJA’yê tevli serdanê bûn.    'Îro dîsa bê edaletî heye'   Emîne Şenyaşar bi xemgînî tiştên hatine serê wan ji şandeya TJA’yê re vegot. Emîne Şenyaşar anî ziman ku daxwaza wan tenê edalet e û got: “Ez li her cihî li edaletê geriyam. Lê belê min edalet nedît. Ez ê tevir bidim destê xwe û betonê bişkînim û li edaletê bigerim, belkî edalet di wir de ye. Lê belê edalet li wir jî tune ye.”    Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn jî destnîşan kir ku ew li cem têkoşîna malbat dide ne û got: “Her çi dibe bila bibe em ê li cem dayika xwe cih bigirin. Êşa wê êşa me ye jî. Çawa ku ferdên malbatê sê sal berê bêedaletî hatin qetilkirin, îro jî Fadil Şenyaşar bi heman bêedaletiyê girtî ye.”