Nirxandina Newrozê: Têkoşîna me wê bi raperînê tacîdar bibe 2021-03-24 14:25:18   AMED - Meclisa Ciwanan a KCD, TJA, DBP û HDP'ê, derbarê Newroza 2021'ê de daxuyaniyek dan, ji kesên tevli pîrozbahiyê bûn re spas kirin û gotin, "Wê berxwedana me bi raperînê bê tacîdarkirin"   Meclisa Ciwanan a  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê Newroza ku bi dirûşma "Em ê bi agirê newrozê li ber xwe bidin û azad bibin" li avahiya DBP'ê daxuyanî dan.   Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, ji gel re spas kir û got ku bi hezaran kesên qadên Newrozê tijî kirin ji êrîşên hikûmetê re bûn bersiv. Berdan anî ziman ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin û ev tişt got,"Wê têkoşîna me bi raperînê bê tacîdarkirin."   'Daxwaza Gel azadiya Ocalan e'   Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz jî got ku Nwroz di bin siya êrîş û tundiyê de hat pîrozkirin û got ku demokrasî bi her awayî di bin lingan de ye.  Salîha got ku ev serdemeke welatî ji helîkopterê tên avêtin û binpêkirina mafan tê kirine e. Salîha di berdewamiyê de wiha got, "Gelê me bi derketina li qan bersîv da îqîtdara ku ji xwe re pandemiyê dike hincet. Newroza vê salê xwedî wateyeke dîrokî bû. Bi vê pîrozbahiyê re peyamên gelek zelal hatin dayîn. Daxwaza li qadan herî zêde hat ziman jî bidawîkirian tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan bûn. Gel careke din di vî warî de nîşan da ku çiqas zelal e. Divê hikûmet van peyaman baş bixwîne. Em jî wekî DBP di ferqa berpirsiyariya xwe de ne. "   Salîha bal kişand ser êrîşên li hember HDP'ê jî û got, "Em ê li dijî van êrîşan têkoşîna xwe bidomînin. Divê hikûmet peyamên gel rast bixwîne.    'Em ê destkeftiyên xwe biparêzin'   Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel jî careke din Newroza gel pîroz kir, anî ziman ku îqtîdar ji hemû aliyan ve êrîşî gel dike  û got ku bi tayebet jî li hember jinan êrîşeke mezin heye. Semra diyar kir ku li dijî van êrîşan tenê rêyek heye, ew jî têkoşîn û berxwedan e û wiha berdewam kir, "Divê hikûmet berteka gel a li hemberî tecrîdê bibîne. Ev bert daxwazên gel jî li ber çavan radixe.  Me Newrozeke dîrokî pîroz kir û me dît ku rojeva gel grevên birçîbûnê û tecrîd ên ku ji nedîtî ve tên di rojeva gel de ne.  Em di baweriya ku hikûmet jî dibîne de ne.  Em ê vî dengê gel û vê bibiryarbûna Neworzê li her qadê berdewam bikin."   'Têkoşîn wê bidome'   Çeto Mîmkara yê ku li ser navê Meclisa Ciwanan a HDP'ê axivî jî wiha got, "Me Newrozeke dîrokî derbas kir. Peyamên hatin dayîn zelal bûn divê bên famkirin .Ciwan di ferqa hemû tîştî de ne û ji polîtîkayên îqîdarê agahdar in.  Ev ji dirûşmên hatin berzkirin jî diyar dibû. Me li dijî hemû polîtîkayên şerê taybet ku li me hatin ferzkirin got em di ferqê de ne û wê polîtîkayên we negihêjin armanca xwe. Ciwanan bi her awayî rengê xwe dan qadên Newrozê. Ji bo ku em wiha berdewam bikin çi ji destê me bê em ê bikin û têkoşîna xwe bidomînin."