Dîlan a ku malbata wê hat qetilkirin çû serdana Emîne Şenyaşar 2021-03-24 13:29:49   RIHA - Dîlan Îzol a ku malbata wê ji aliyê kurê wekilê AKP'ê yê berê Zulfukar Îzol û birayê wî ve hatin qetilkirinê, çû Rihayê û serdana Emîne Şenyaşar a ku di çalakiyê de ye.    Dîlan Îzol a ku malbata wekîlê AKP'ê yê berê Zulfîkar Îzol li Sêweregê êrîşî wan kiribûn û di êrîşê de 4 kes ji wan kuştibûn, çû Rihayê û Emîne Şenyaşar a xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz li Pirsûsê êrîşî wan kirin ku hevjîn û 2 kurên wê kuştibûn ziyaret kir. Xizmên wekilê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz beriya Hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrîşê de Haci Esvet Şenyaşar û zarokên wî Celal û Adil Şenyaşar kuştibûn. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferîd Şenyaşar li pêş Edliyeya  Rihayê 16 rojin "Nobeta Edaletê" digirin.    Emîne Şenyaşar, tevî kurê xwe Ferîd Şenyaşar bi dowîzên “Em Edaletê dixwazin", “Ji bo zarokên min Edalet" û “Ez ji bo hevjînê xwe yê li Nexweşxaneya Dewletê hat kuştin û zarokên xwe Edaletê dixwazim" vekirine û çalakiya xwe berdewam dikin.    Xizmên wekilê AKP'ê yê berê Zulfîkar Îzol di 15'ê Hezîrana 2019’an de li Gundê Çeltîkê yê Sêweregê êrîşî malbata  Îzol kiribûn. Di êrîşê de dayik, bav, birazê û jinbira kuştibûn. Dîlan Îzol a AKP'îyan bav, dayik, pismam û amojna wê kuştibûn çû Rihayê û Serdana Emîne Şenyaşar û kurê wê yê di çalakiyê de kir.    Emine Şenyaşar, di serdanê de gilî û gazincên xwe kirin. Dîlan jî di serdanê de got “Ev pergal wisa naçe. Dûr nêzîk teqez wê edalet wê pêk bê."