'Peymana Stenbolê xeta me ya sor e' 2021-03-24 11:45:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinê ya FEDA'yê diyar kir ku ji bo wan Peymana Stenbolê xeta sor e û bi vî rengî bertek nîşanî feshkirina Peymana Stenblê da.    Meclîsa Jinê ya Federasyona Demokratîk a Elewî (FEDA) têkildarî vekişandina ji Peymana Stenbolê daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin divê demildest ji vê biryarê gav paş bê avêtin.    Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji roja Peymana Stenbolê hatiye betalkirin 6 jin hatine kuştin û hat gotin dê jin tu carî dev ji Peymana Stenbolê bernedin û divê jin têkoşîna xwe mezin bikin.    Her wiha hat gotin ew êrşên li dijî HDP, kedkar, xwendekar, kurd, elewî, jinan şermezar dikin û hat gotin rejîma yekzilam bi awayekî faşîzan êrişî kesên jê re biat nakin, dike.