Li Mexmûrê koma 49'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt 2021-03-24 11:09:59       MEXMÛR - Li Wargeha Mexmûrê gireva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar li saziya Malbatên Şehîdan hat destpêkirin, koma 49’emîn dewr girt.   Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Ji bo tevlîbûna pêvajoyê li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclisa Îştar li saziya Malbatên Şehîdan çalakiya gireva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê îro koma 49’emîn dewr girt.    Merasîma dewirgirtinê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.    Li ser navê koma 48’emin Seyfedîn Pendik di şexsê hemû têkoşerên meha adarê de hemû pakrewanên tekoşîna azadiyê bi bîr anî û wiha axivî: "Li her çar parçeyên Kurdistanê çalakiyên ku ji bo Serokatiya me hatîn destpêkirin em silav dikin. Armanca çalakiya me ew e ku em êdî dixwazin bi awayekî fizîkî bi Serokê xwe re bijîn. Newroza sala 2021’an li hemu gelê kurd pîroz dikim û hêvîdar im bibe wesîleya aştî û azadiya gelên herêmê.’’   Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" bi dawî bû.