Jinan bertek nîşanî tecrîdê û girtina HDP'ê dan 2021-03-24 09:13:03   STENBOL- Jinên beşdarî Newrozê bûn li dijî girtina HDP'ê derketin û gotin:"HDP ne tenê partiya kurdan e. Partiya hemû mirovên bi şeref e." Bertekek din jî bi vî rengî bû:"Yên di girtîgehan de li dijî tecrîdê bedena xwe dan ber birçîbûnê, ez êdî vê dewletê lanet dikim."   Bi sedhezaran kes beşdarî Newroza li Yenikapiya Stenbolê ya bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê serî hildin û azad bibin" hat pîrozkirin, bûn. Daxwaza sedhezaran ên beşdarî Newrozê bûn bidawîkirina tecrîd û êrişên li ser HDP'ê bû. Bi sedhezaran kesî dirûşmên “Bijî serok Apo” berz kirin û xwestin daxwazên girtiyên di grevê de ne bên cih. Jinan li qada Newrozê têkildarî tecrîd û girtina HDP'ê fikrên xwe bi ajansa me re parve kirin.    'Heta em bimirin em ê li piştî serokê xwe bin'   Dayika Aştiyê  Zeynep Karatugrak wiha got:"Ez 80 salî me û Dayika Aştiyê me. Em li dû zarokên xwe yên di girtîgehan de di grevên birçîbûnê de ne. Heta dilopek xwîna me ya dawiyê bimîne jî em ê li dû Abdullah Ocalan bin. Heta ew azad nebe em azad nabin. Yên di girtîgehan de li dijî tecrîdê bedena xwe dan ber birçîbûnê, ez êdî vê dewletê lanet dikim. CPT'yê çav û guhên xwe girtiye. Kesek ji bo kurdan û tiştên dijîn naxive. Em ê mafên xwe ji wan bigirin. Ji ber devletên navneteweyî berjewendiyên wan bi Tirkiyeyê re hene loma dengên xwe dernaxin. Heta em bimirin em li dû şehîd û serokê xwe ne. Parlamenteriyê dixin ji ber ku em kurd in û em bi kurdî diaxivin."   'Divê tecrîd qet tune be'   Gaye Çaglaoglu da zanîn ku grevên birçîbûnê demeke dirêj e dewam dike û wiha got:"Jiyana tu kesî ji ya tu kesê din ne bi qiymet e. Em li gel hemû rêhevalên xwe yên girtî ne. Em ji bo tecrîdê dibêjin na û divê tecrîd qet tune be. Em daxwaz dikin serokatî bi parêzer û malbata xwe re bikaribe hevdîtinê bike. Tecrîd birîneke xwîn dibe ye. Heta ku gel vê tecrîdê ji nedîtîve bê ev tecrîd kûrtir dibe. Her dem ser wê digirin loma jî ev rewş kûrtir dibe."   'HDP partiya hemû mirovan e'   Katibe Gungor da zanîn HDP partiya hemû mirovan e û wiha got:"HDP bê girtin ew ê partiyeke din bê vekirin. Em nasekinin. Me bikujin jî me têxin girtîgehan jî em naqedin em li ser piyan e. Serokê me Selahattin Demirtaş girtin û gotin 'Dê HDP tune bibe'. Lê belê HDP naqede. HDP ne tenê partiya kurdan e. Partiya hemû mirovên bi şeref e. Em mirovatî, aştî û xwiş û biratiyê dixwazin."   Cîhanê jî diyar kir ku ew naxwaze HDP bê girtin û wiha got:"Ez naxwazim tu partî bê girtin. Çimkî bi dengên gel ev partî tên hilbijartin. Ez li dijî girtinê me. Ez naxwazim partî bên girtin. "   'Dê HDP her dem hebe'   Fetiye Aydin jî da zanîn îktidar dixwaze HDP'ê bê girtin lê belê ew ê bi ser nekeve û wiha got:"Nikare HDP'ê bigire. Çimkî ew bi saya me li ser piyan e.  Selahattin Demirtaş çima di girtîgehê de ye. Tayyip Erdogan li dû HDP'ê ye. Bila qet nekene û nebêje "Ez ê kurdan tune bikim". Kurd tune nabin. Ew ê HDP her dem hebe. Ew ê Selahattin Demirtaş jî derkeve."