Parêzer Zekiye Karacaboz: Vê biryarê Destûra Bingehîn bi dawî kiriye 2021-03-24 09:11:00   Oznur Deger   ENDQERE - Parêzera femînîst Zekiye Karacaboz der barê feshkirina peymana Stenbolê de axivî û da zanîn bi biryara serokomar peyamaneke navneteweyî nikare şûnde bê kişandin û got li dijî biryarê divê li Daniştayê doz bê vekirin.   Peymana Stenbolê ku salek bû ji aliyê AKP û MHP’ê ve dihat xwestin ku bê rakirin di şeva 19’ê Adarê de bi Biryarnameya Serokomariyê hat feshkirin. Jinan bi mehan ji bo Peymana Stenbolê pêk bê li kolanan çaalakî pêk anîn û di encama têkoşînê de feshkirin rawestiyabû lê ji rojeva AKP û MHP’ê neketibû.   Feshkirina peymanê ji aliyê jinan ve rastî bertekên tund hat û parêzera femînîst Zekiye Karacaboz der barê feshkirina peymanê de nirxandin kir.   ‘Ev biryar nayê tu wateyê’   Zekiyeyê bi lêv kir ku ev feshkirin ne derbasdar e û got Peymana Stenbolê peyamaneke navneteweyî ye û wiha pê de çû: “Piştî peyman hat Îmzekirin li gorî hukma xala 90’emîn a Destûra Bingehîn, li gorî pêvajoya ku di hemû peymanên navneteweyî de pêk tê, TBMM’ê jî der barê erêkirina peymanê de wek qanûnekê aniye û li TBMM’ê di 24’ê Mijdara 2011’an de qanûna hejmara 6251 di cih de hatiye dîtin. Peyman di alî Tirkiyeyê de di 1’ê Tebaxa 2014’an de ketiye meriyetê. Li gorî usûlê peymanên navneteweyî yên ketin meriyetê di bin hukma qanûnê de ye. Heta ji qanûnê xurtir parastina wê heye. Bi îdiaya di Destûra Bingehîn de serlêdana li Dadgeha Destûra Bingehîn jî nayê kirin. Wek hemû qanûnan, qanûna ku erêkirina peymana navneteweyî erê dike, bi biryara serokomariyê nikare ji meriyetê bê rakirin. Vekişîna ji vê peymanê bi qanûneke ji aliyê TBMM’ê ve bê qebûlkirin dikare bê rakirin.”   ‘Li dijî 3’emîn xala Destûra Bingehîn e’   Zekiyeyê bi lêv kir ku vekişîneke derbasdar ne mijara gotinê ye û peyman hîna di meriyetê de ye û got: “Ji bo pêvajoyeke hiqûqî li dijî biryarê bê meşandin divê li Daniştayê doz bê vekirin. Hemû kesên ji biryarê bi bandor dibin dikarin vê dozê vekin. Divê bê gotin ku 3’yemîn xala biryarnameya serokomariyê li dijî destûra bingehîn e. Hukmên vê biryarnameyê li dijî destûra bingehîn e. Rayeya rakirina peymanên navneteweyî ya ji meriyetê, li gorî destûra bingehîn bi TBMM’ê re ye.”   ‘Qanûna hejmara 4320 sererastkirina yekem a taybet e’   Zekiyeyê destnîşan kir ku ew gotina ‘rojên hîn bêtir giran û tarî me dipên’ fêm dikin û got di mijara pêkanîna peymanê de dewlet dixwaze bêje ku ‘ez ne girêdayî peymanê me’. Zekiyeyê wiha berdewam kir: “Bi peymanê re qanûna hejmara 6284 jî di hedefê de ye. Beriya qanûna 6284 qanûna 4320 hebû. Ev qanûna bi têkoşîna jinan di 1998’an de ket meriyetê yekem sererastkirina taybet a pêşî li şîdeta jinan digirt bû. Piştre pêvajoya Peymana Stenbolê dest pê kir. Qanûna hejmara 6284 li gorî rêgezên peymanê hat derxistin. Lê armanca kesên ku hem Peymana Stenbolê û hem jî qanûna 6284 kirine hedefa xwe ev e ku êrîşî hemû mafê jinan bikin.”   ‘Ev biryar îlankirina rakirina destûra bingehîn e’   Zekiyeyê di dawiyê de wiha got: “Di demên dawî de qanûna hejmara 6284 bi sînor tê pêkanîn. Fikarên me yên ji vir şûnde jî zêde bûne. Kuştinên jinan û transan polîtîk in. Ne tenê kuştin, her cureyên biryar û hewldanên wan polîtîk in. Ev biryar ne biryarek ji rêzê ye ji vir şûnde dikare her biryar bê girtin û bi kurtasî tê wateya rakirina destûra bingehîn. Em bi jiyînê hîn bûn ku bêyî demokrasî hiqûq nabe. Ji bo pirsa ku divê jin çi bikin jî bêguman têkoşîna rêxistinkirî pêwist e. Wek her tim em ê hîn bêtir xurt bên gel hev. Em ê xwedî li jiyanên xwe derkevin.”